Mertalên zindî: Di yek xendekê de em bi hêzên xwe re ne

Pêkhateyên kantona Hesekê di bin konê mertalên zindî de soz dan YPG,YPJ û QSD`ê ku ew ê di yek xendeka de li dijî dagirkeriya Tirkiyê şer bikin.

Mertalên zindî: Di yek xendekê de em bi hêzên xwe re ne
Mertalên zindî: Di yek xendekê de em bi hêzên xwe re ne
Mertalên zindî: Di yek xendekê de em bi hêzên xwe re ne
8 cotmeh, 2019   12:01
HESEKÊ

Şêniyên herêma Cizîrê berê xwe didin konê mertalên zindî ya li beramberî sînorê di navbera bajarê Serêkaniyê û Bakurê Kurdistanê de hatiye vedan. Kon di roja xwe ya duyemîn de ye.

Şêniyên bajarê Serêkaniyê li kêleka şandeyên ji bajarê Qamişlo, navçeya Amûdê, bajarê Hesekê, navçeya Şedadê û Holê beşdarî çalakiyên mertalên zindî dibin.

Di kon de pankartên li ser nivîsa "Na ji dagirkerî û guhertina demografîk", "Pêkhateyên gelê Sûriyê dagirkeriya Osmaniyan qebûl nake, na ji qirkirin û guhertina demografîk" daliqandin.

Şêniyên bajarê Hesekê, Şedadê, Holê, Mergede, Deşîşê û Erîşê li bajarê Serêkaniyê kom bûn da ku berşdarî konê mertalên zindî ya beramberî Bakurê Kurdistanê bibin.

Bi gihandina kon, şêniyan berê xwe da sînor û dirûşmeyên "Bijî berxwedana YPG, YPJ û QSD, kujer Erdogan, bikeve faşîstiya Erdogan" berz kirin.

Hevserokê Rêveberiya herêma Hesekê Hûsam El-Elî wiha got: "Seknandina me li vir, da ku em ji cîhanê re bêjin em bangawazên aştiyê ne, ji mafê me ye em parastina xwe dijî gefan bikin."

El-Elî wiha domand: "Em pişta xwe nadin DYA`yê, ji ber siyaseta wan siyaseta berjewendiyan e, li kur berjewendî hebe, hêzên koalisyonê bi serkêşiya DYA`ê li wir e, me vekişandina wan ji baregehên xwe li ser sînor texmîn dikir, em soz didin  YPG, YPJ û QSD`ê em ê di yek xendekê de dijî dagirkeriya Tirkiyê bisekinin."

Hêjayî gotinê ye ku şêniyên Qamişlo û Amûdê îro nobeta xwe di bin konê mertalên zindî bidawî kirin û dê radestî şêniyên bajarê Hesekê, Şedadê û Holê bikin.

(jo)

ANHA