`Erdogan heger êrîş bike dê li pêşberî berxwendana gel rû bi rû bimîne‘

Şêniyên kantona Girê Spî gotin, niyeta Erdogan a dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere bû û teqez kirin ku heger Erdogan êrîş bike dê li pêşberî berxwedana gel rû bi rû bimîne.

`Erdogan heger êrîş bike dê li pêşberî berxwendana gel rû bi rû bimîne‘
8 cotmeh, 2019   04:20
GIRÊ SPÎ

Nerazbûna pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ji gefên dewleta Tirk ên êrîşkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dibe.

Şêniyên kantona Girê yên ku duh beşdarî çalakiya li dijî dewleta Tirk bibûn nêrînên xwe bi me re parve bikin.

Şêniyê bi navê Fewaz Mihemed El-Xelef ê ji pêkhateyê Ereb gefên Tirkiyê bi tundî şermezar kir û got: "Gelên Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe yek e, em her êrîşek li dijî xaka me heger ji aliyê Tirkiyê ve an ne Tirkiyê be red dikin. Em ê bi hevgirtina hemû çînên civakê em axa welatê xwe biparêzin. Yên ku Sûriyê diparêzin sûriyên resen e ne wekî ku Erdogan îdia dike, em ne Efgan in û ne jî Çaçan in."

Fewaz anî ziman ku dagirkeriya Tirk çavê xwe berdaya xêr û bêra xaka wan û bang li Koalîsyona Navdewletî û civaka navdewletî kir ku li hember siyasetên dijber ên Erdogan bisekinin.

Ji pêkhateyê Kurd Ehmed Kurdo got: "Erdogan niyete dike ku Bakurê Sûriyê dagir bike, tevî ku gelên vê herêmê li şûna tevahî cîhanê çeteyên DAIŞ‘ê tine kirin."

Ehmed Kurdo îşaret bi vê yekê kir ku Tirkiyê bi hinceta ewlehiya wê ya niştimanî dixwaze herêma ewle ava bike û got: " Tirkiyê bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Koalîsyona Navdewletî re gihaşt lihevkirinê, lê em îro dibînin ku tevî lihevkirinê, daxuyaniyên Erdogan ên êrîşkirinê zêde dibin. Ev yek ji cîhanê re îsbat dike ku niyeta wî ya ne ewlehiyê, lê belê dagirkirin e."

Ehmed Kurdo balkişand ser vekişandina hêzên amerîkî ji nuqteyên sînor û got maideya Erdogan ji bo ku dest bi êrîşa li dijî herêmê vedike. Kurdo bang li dewletên cîhanê kir ku helwestek cidî ji bo rawestandina êrîşa Tirkiyê li ser vê herêma ewle û ya ku di nav biratiya gelan û jiyana hevpar de ye bigirin.

Kurdo tekez kir ku bi hevgirtinê dê dagirkeriyê tune bikin û dê di heman xendekî de li rex hêzên leşkerî li hember êrîşa Tirkiyê eger pêk were bisekinin.

Têkildarî heman mijarê şêniyê bi navê Mihemed El-Hemdan ê ji pêkhateya Turkmen got: "Îro em wek şêniyên Girê Spî bi ciwan û kalên xwe derketin ji bo ku gefên Tirkiyê ji bo êrîşkirina herêma me şermezar bikin. Raperîna me ya îro ji cîhanê re îsbat dike ku em aştîxwaz  ne şerxwaz in. Em şer naxwazin lê ger li ser me ferz bibe em amade ne."

Şêniya bi navê Sonya Sanosiyan a ji pêkhateya Ermen got: "Wek gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê em yek in û em dikarin xwe ji her êrîşekê biparêzin."

Sonya destnîşan kir ku pêkhateya Ermen ji pêşiyên Erdogan osmaniyan gelek êş û azar kişandine ji komkujî û koçberî û wiha domand: "Mîna rojê diyar e ku Erdogan neviyê osmaniyan niyet dike, ew serdema tarî dubare bike. Lê berdêl çi dibe bila bibe em nahêlin ku tima û siyasetên xwe yên dijber pêk bîne."

(şx)

ANHA