‘komploya li dijê Rêbertiyê li dijî Kurd jî komplo ye’

Rewşenbîr û siyasetmedaran gotin ku komploya ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan hatiye pêkanîn, tevgera Kurd bi tevahî hedef girt.

‘komploya li dijê Rêbertiyê li dijî Kurd jî komplo ye’
8 cotmeh, 2019   06:28
 KOBANÊ

Di 9`ê meha Cotmeha1998`an de, Rêber Abdullah Ocalan bi komployeke navdewletî ji Sûriyê hate derxistin û di 15`ê Sibata 1999`an de li Kenya Nairobi hate girtin û radestî dewleta Tirk a dagirker hate kirin. Rêber Ocalan di gireva Îmraliyê ya Tirkiyê de di tecrîdeke girankirî de ye.

Rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd derbarê komployê axivîn û destnîşan kirin ku ev komplo di kesayeta Rêber Ocalan de doza Kurd kir armanc da ku rê nedin gel ji nû ve li hemberî dîktatoriya Osmanî serî hilde.

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD)Îbrahîm Aqîl wiha got:‘‘Dewleta Tirk ne tenê dixwest Rêbertiyê binçav bike, lê belê armanc jê ew bû ku fikir û felsefeya Rêbertiyê ya di mejiyê gelê wî de hatiye danîn tine bike.”

Aqîl anî ziman ku Abdullah Ocalan jiyana siyasî û tevgera şoreşgerî vegerande qada Kurdî,  dewletên komploger  xwestin şoreşa Kurd têk bibin wekî çawa berê şoreşên Qazî Mihemed, Şêx Seîd û Seyêd Riza tune kirin.

Têkildarî mijarê Endama PYD`ê Nesira Derwîş jî tekez kir ku gel ew di ferqa komployên ku li dijî wan têne pêkanîn  de ne û destnîşan kir ku komployê ne tenê hewl da ku Rêbertî hedef bigire, lê belê ji wê zêdetir hew da  şoreş û gelê Kurd bike hedef.

Nesra wiha got: “Komployê hewl da ku rewşa gelê Kurd bixe siya tarîtiya dagirkeriyê û nasnameya Kurdî biperçiqîne, ev ne cara yekeme ku pêşengên tevgera Kurd têne hedefkirin. Gelê Kurd ji tecrûbeyên xwe êdî fêr bûye û dest ji destkeftiyên pêkanîne, bernadin.”

Endamê Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Kobanê Henîf El-Ehmed jî ev tişt anî ziman: “Tiştê ku Ocalan pêk aniye xebatekî mezin û bê hempa ye, armanca wî pêkanîna yekîtiya gelan û rizgarkirina wan ji hikûmetên tariyê bû.”

El-Ehmed wiha domand:”Tiştê ku îro Tirkiyê li hemberî Rêberê ku aştiyê û xelasbûna gelan ji bin nêrê zulmê faşîstan dixwaze, pêk aniye û li ser wî tecrîd ferzkiriye, di tu yasa, ol û mezheban de nehatiye qebûlkirin.”

Henîf El-Ehmed bang li gelê Kurd kir ku bibin yek da ku li hemberî komployên li dijî gelê Kurd rawestin û azadiya Ocalan pêk bînin.

Têkildarî heman mijarê Hevseroka Yekîtiya Rewşenbîran a Kantona Kobanê Leyla Ebdoc jî got:“Abdullah Ocalan daxwaza rizgarbûna gelan û biratiya wan dikir û wiha jî didît ku pêwîste ew di nava dewletên dijberî mirovahiyê de, kesên li dijî dewletên dijberî fikirê mirovahiyê bibîne. Hikûmeta Tirkiyê û hikûmetên piştgirêya wê dikin jî hîna ji fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bi tirsin.”

Leyla wiha domand: ‘‘Heta niha bi Rêber Abdullah Ocalan re wek girtiyekî siyasî tev nagerin, ev yek jî nîşan dide ku dewleta Tirk ji belavbûna fikrê aştî û biratiya gelan ditirse, lewre tecrîdeke giran li ser wî ferz kiriye û nahêle malbat û parêzer hevdîtinê pê re bikin.”

Leyla Ebdo tekez kir ku berfirehbûn û belavbûna fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan li ser desthilatdariya hikûmetên tariyê de gef in, ew kiryar binpêkirinên li dijî gelê Kurd û pêşnegên wê  û tevahî yasayên hiqûq û azadiyan derbas kirine.

Leyla bang li civaka Kurd kir komployên bi vî awayî red bikin û ji bo vala derxistina hemû komployên li dijî hebûna Kurd tê çêkirin, tev bigerin.”

(rr)

ANHA