MSD: Divê gelê Sûriyê bi berpirsyariyên xwe yên dîrokî rabe

Meclisa Sûriye Demokratîk diyar kir ku her êrîşek ji hêla dewleta Tirk ve dê bibe sedema kerasteke mirov û bang li gelê Sûriyê kir ku ji her demê bêtir erka xwe dîrokî  ji bo parastina ewlehiya welêt bîne cih û komployên ku vîna wî ya siyasî dike hedef red bike. MSD‘ê tekez kir ku biryara Amerîkayê keda şerê li dijî DAIŞ`ê qels dike.

MSD: Divê gelê Sûriyê bi berpirsyariyên xwe yên dîrokî rabe
7 cotmeh, 2019   14:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Sûriyê Demokratîk (MSD) îro piştî gefên Tirkiyê û biryara Koşka Spî  ji bo vekişandina hêzên amerîkî ji herêmên ser sînorên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek nivîskî da û tê de nerazîbûna xwe ji gefên Tirkiyê rave kir.

Daxuyanî wiha ye:

"9 sal li ser aloziya Sûriyê derbas bû. Di encama vê aloziyê de gelê Sûriyê bi hezara şehîd û qurbanî dane. Bi hezaran birîndar bûn û bi milyonan koçberî bi dehan bajarên cîhanê bûn. Di salên aloziyê de gelek komplo û peyman ewlehiya gelê Sûriyê û vîna wî ya siyasî kir hedef. Gelek dewletan azarên sûriyan zêde kirin  û di ecnama nakokiya berjewendiyên navdewletî û herêmî temenê aloziyê dirêj bû. Di çarçoveya astengiyên derve de derketina rêxistina terorîst di hundirê Sûriyê de astnegiya herî mezin bû. Li gel ku DAIŞ`ê zêdetirî nîvê rûbera Sûriyê kontrol kir diviyabû bihata tesfiyekirin, ciwanên herêmê rolek mezin û bê hempa di şerê terorê de lîstin û hêzên xwe di nav QSD`ê de birêxistin kirin. Hêzên Sûriye Demokratîk hawîrdorek û hemêzek ava kir û bi hezaran ciwanan ji xeteriya terorê û tundrewiyê parast. Her wiha Rêveberiya Xweser destkeftiyek girîng ji sûriyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Gefên Tirkiyê ji destpêkê ve li dijî keda şerê terorê berdewam kir û bi awayekî eşkere pêkhateyên herêmê yên resen kir hedef. her wiha şêniyên resen ên herêmên ku dagir kirine da koçberkirin. Li şûna ku civaka navdewletî helwestên cidî nîşan bide, Koşka Spî ragihand ku ew dagirkirina Tirkiyê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê erê dike û hêzên xwe yên leşkerî vedikşîne û dev ji erkên xwe di şerê li dijî terorê de berdide. Hiştina herêmê ji texmînên xeter re  dê bandorên yên cidî li ser asta şerê terorê bihêle. Her wiha dê bandor bi awayekî kur li rewşa siyasî û hewldanên bidawîkirina aloziyê û çareseriya siyasî bike û dê dîmenê girêktir bike. Dê rê ji aliyên herêmî yên din re veke da ku derbasî xeta aloziyê bibin.

Ji destpêka ve di projeya xwe ya siyasî de me vîna gelê xwe kir bingeh û me nirxên jiyana hevpar û biratî di navbera pêkhateyên Ereb, Kurd, Suryan, Turkmen û Ermen de da rûniştandin. Li cem me vîna gelê Sûriyê û israra pêkhateyên wê li ser jiyana bi rûmet di Sûriyeyek demokratîk û azad bê dagirkerî bingeh û girîng e.

Her wiha em tekez dikin ku helwesta me ji diyalogê bi aliyên din re helwestek stratejîk e. Li ser  asta dîplomasî çi ji me hate xwestin me kir da ku nakokiya bi dewleta Tirk re çareser bikin. Herî dawîn pêkanîn mekanîzmeya ewlehiyê bi rêya vîna rastîn a Hêzên Sûriyê Demokratîk ji bo rûniştandina aştiyê li herêmê ye.

Em di avêtina gavên xwe li ser asta dîplomasî de berdewam in. Em xetên diyalogê bi tevahiya aliyên navdewletî re yên girêdayî karûbarên dosya Sûriyê aktîv kir ji bo ku vê zêdegaviyê rawestînin û gel ji xeteriya her êrîşek leşkerî biparêzin. Em piştgiriya biryara QSD`ê di parastina sînor û gelê xwe ji her êrîşekê dikin. Em tekez dikin ku Tirkiyê wê nikaribe çeteyên DAIŞ û malbatên wan ên li herêmê kontrol bike.

Em di Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) de, bi tundî planên dewleta Tirk a dagirkirina herêmê red dikin û bang li civaka navnetewî dikin bi awayekî cidî li hemberî van pêşketeyên metirsîdar rawste , em tekez dikin ku biryarê Koşka Spî di vê derbarê de şerê li dijî DAIŞ`ê lawaz dike. Herwiha em bang li Neteweyên Yekbûyî û Meclîsa Ewlekariyê dikin zêdetir li hemberî şêniyên herêmê û parastina wan ji pilanên dewleta Tirk ku hebûna dîrokî ya şêniniyên herêmê li ser xaka wan dike armanc, rawestin. Em vê yekê jî tekez dikin ku her êrîşeke Tirkî dê bibe karesat û pêlên mazin ên koçberiya şêniyên aram û bi ewle rû bide.

Dîsa em tekez dikin ku gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê dagirkeriya Tirk red dikin, demeke dirêje ev gel ji ber siyasetên dewleta Tirk û destwerdanên herêmî êş û azaran kişand. Em di wê baweriyê de ne ku gelê Sûriyê îro ji her demeke din zêdetir pêwîstiya wê vê yekê heye ku ji ber ewlehiya welatê xwe berpirsyaretiya xwe ya dîrokî pêk bîne û komployên ku îradeya wê ya siyasî hedef digrin, red bikin."

(şx/rr)

ANHA