Şêniyên Tebqayê dê ber bi Girê Spî ve bimeşin

Şêniyên Tebqa û gundewarên wê xwe amade dikin da ku sibê berê xwe bidin herêma Girê Spî ya li sînor ku mertalên zindî li hember dagirkeriyê pêk bînin.

Şêniyên Tebqayê dê ber bi Girê Spî ve bimeşin
Şêniyên Tebqayê dê ber bi Girê Spî ve bimeşin
Şêniyên Tebqayê dê ber bi Girê Spî ve bimeşin
Şêniyên Tebqayê dê ber bi Girê Spî ve bimeşin
7 cotmeh, 2019   10:00
TEBQA

Di çarçoveya redkirina tund a erîşkirina li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya ji hêla dewleta dagirker a Tirk û çeteyên wê de, şêniyên Tebqayê amadekariyê dikin da ku sibê ber bi bajarê Girê Spî yê bi ser sînorê Tirkiyê ve biçin. Dewleta Tirk xwe li gorî êrîşkirina li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade dike.

Dê meşvan di saetên sibehê yên roja sêşemê (sibê) de bikevin rê.

(fr) 

ANHA