Şêniyên Dêrikê sersaxî ji malbata Şehîd Abduletîf Hesen re xwest

Bi hezaran şêniyên herêma Dêrik û navçeyên wê li gundê Bana Qesrê sersaxî ji malbata şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Abduletîf Hesen re xwest. Şehîd Abduletîf Hesen li Dêrazorê Şehîd bûbû.

Şêniyên Dêrikê sersaxî ji malbata Şehîd Abduletîf Hesen re xwest
Şêniyên Dêrikê sersaxî ji malbata Şehîd Abduletîf Hesen re xwest
Şêniyên Dêrikê sersaxî ji malbata Şehîd Abduletîf Hesen re xwest
Şêniyên Dêrikê sersaxî ji malbata Şehîd Abduletîf Hesen re xwest
Şêniyên Dêrikê sersaxî ji malbata Şehîd Abduletîf Hesen re xwest
Şêniyên Dêrikê sersaxî ji malbata Şehîd Abduletîf Hesen re xwest
Şêniyên Dêrikê sersaxî ji malbata Şehîd Abduletîf Hesen re xwest
Şêniyên Dêrikê sersaxî ji malbata Şehîd Abduletîf Hesen re xwest
Şêniyên Dêrikê sersaxî ji malbata Şehîd Abduletîf Hesen re xwest
5 cotmeh, 2019   11:24
QAMIŞLO

Bi hezaran şêniyên herêma Dêrik, navçeyên wê û nûnerên partiyên siyasî berê xwe da gundê Bana Qesrê da ku sersaxiyê bide malbata şehîd Abduletîf Hesen ku li Dêrazorê di 25’ê Gulana 2019’an de şehîd bûbû.

Fermandarê YPG’ê yê Til Koçerê Şengal Til Koçer sersaxî ji malbat şehîd û hevrêyên wî re xwest û her wiha soza şopandina rêya wan heta pêkanîna armancên wan ên têkbirina  şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê da.

Til Koçer got: "Çarenûsa tevahî pêkhate û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya jiyana azad û birûmet li xaka dîrokî, yek e. Ji ber ku xwîna wan di eniyên şer ên li dijî komên terorîst de tevlihev bû, ku projeya neteweya demokratîk a jiyana hevbeş, biratiya gelan û jiyana aştiyane pêk bînin."

Li aliyekî dîtir jî hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Hesen Ubêd wiha got: "Armanca komên terorîst û dewleta dagirker a Tirk, têkbirina pêkhate û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku li hember parastina rûmet û azadiya tevahî gelan, sond xwariye û dengê xwe yek e."

Ubêyd wiha domand: "Şoreşa 19’ê Tîrmehê, pêkhate û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir yek ku bi ewle û aştî li ser axa pîroz bijîn.”

Endamê Buroya Têkiliyan a Erka Xweparastinê Salim Îbrahîm jî axivî û sersaxî da malbata şehîd, hêzên li xendek û eniyan parastinê dikin.

Di merasîmê de li ser navê Kongreya Star, Meclisa Dêrikê û Meclisa PYD’ê jî axaftin çêbûn diyar kirin ku dê li ser rêça şehîdan bimeşin, refa xwe bikin yek û têkoşînê li dijî dijminatiya li ewlehî û aştiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dikin, bilind bikin.

Piştî axaftinan, wesîqeya şehadetê ji hêla Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê ve hat xwendin û radestî malbata şehîd hat kirin. Meclisê da zanîn ku dê şopdarên tevahî şehîdan bin.

(fr)

ANHA