Reuters: Erebistana Siûdî agirbesta li Yemenê lêkolîn dike

Reutersê diyar kir ku Erebistana Siûdî pêşniyara Hûsiyan a agirbesta li Yemenê di ber çavan re derbas dike.

Reuters: Erebistana Siûdî agirbesta li Yemenê lêkolîn dike
5 cotmeh, 2019   11:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajanasa Reutersê ragihand ku heke agirbest were ragihandin, divê Neteweyên Yekbûyî (NY) bikeve dewreyê.

Beriya 2 hefteyan Hûsiyan ragihand ku ew ê êrîşên bi moşek û firokeyan ên li dijî Erebistana Siûdî rawestînin, ger koalîsyona bi serkêşiya Riyadê hema gavê pêk bîne. Serokê Hûsiyan gavavêtina her du aliyan wek "berjewendiyên neteweyî" wesf kir.

Riyadê jî bersiva pêşniyara Hûsiyan neda, lê belê ev gav erê kir.

Reutersê ku agahiyên xwe spartine 3 çavkaniyên dîplomatik û 2 çavdêriyên rewşê dişopînin, ragihand ku Erebistana Siûdî da ku şer rawestîne, bi cidiyet li agirbestê dinêre.

Tê zanîn ku ji beriya 4 salan ve li Yemenê şer rû dide û NY şerê li Yemenê wek kambaxtirîn rewşa mirovahî li cîhanê bi nav dike.

NY navbeynkariya xelasiya şerê li Yemenê dikir û Hûsî û Erebistana Siûdî gazinên derbeyên her du aliyan ên li ser sînor dikin.

Çavkaniyekê ragihand ku derbeyên asmanî yên Siûdiyê yên li dijî herêmên Hûsiyan kêmtir bûye û hêviya çareseriyê heye.

Reutersê ser zimanê wezîrê parastinê yê Erebistana Siûdî Xalid Bin Selman ku roja pêncşemê li ser Twitterê ragihand ku Erebistana Siûdî bendewarê agirbesta bi Hûsiyan re ye, her wiha di vê hefteyê de jî heman nirxandin bi Mihemed Bîn Selman re parve kir.

(eh)