Xwepêşandanên xelkê Dêrazorê yên li dijî rejîmê didomin

Xwepêşandanên xelkê Dêrazorê yên ji bo derketina hêzên rejîma Sûriyê û Îranê ji gundên wa didomînin. Xwepêşandêran ji QSD û Koalîsyona Navdewletî xwestin ku rejîma Sûriyê û hêzên Îranê ji gundên wan derxînin.

Xwepêşandanên xelkê Dêrazorê yên li dijî rejîmê didomin
Xwepêşandanên xelkê Dêrazorê yên li dijî rejîmê didomin
Xwepêşandanên xelkê Dêrazorê yên li dijî rejîmê didomin
Xwepêşandanên xelkê Dêrazorê yên li dijî rejîmê didomin
Xwepêşandanên xelkê Dêrazorê yên li dijî rejîmê didomin
4 cotmeh, 2019   14:20
DÊRAZOR

Xwepêşandan ji herêma Ezba ya bakurê bajarê Dêrazorê heta dergehê Salihiyê yê di navbera QSD û rejîma Sûriyê de dewam kir. Xwepêşndarên xwestin ku hêzên rejîmê û îranî ji gundên "Salihiyê, Hisêniyê, Xeşam, Merat, Mezlûm û Tabiyê" derkevin da ku şênî lê warê xwe vegerin.

Di xwepêşandanê de alên QSD, pankartên bi nivîsên "Ji Îran re na, ji Rûsya re na, ji kesên ku li dijî me disekinin re na" û "Em ji Meclisa Leşkerî û Meclisa Sivîl û herkesî dixwazin ku Îranê ji gundên me biqewitînin" hatin hildan.

Xelkê gundewarê Dêrazorê 30‘yê Îlonê dest bi xwepêşandana kirin. Ev îniya sêyemîn e ku xwepêşandan li dar dikevin.

Xelkên her heft gundên navborî ji beriya 2 salan ve ji aliyê hêzên rejîma Sûriyê û Îranê ve ji gundên xwe hatin derxistin û li gund û kampên bejahiya herêma Ezbayê dimînin.

ANHA