Li Hewlêrê malbateke Kurdî hat qetilkirin

Li gundekî Hewlêrê malbateke penaber a ji gundê Gir Zîro yê girêdayî kantona Qamişlo ku ji 5 kesan pêk tê, hat qetilkirin.

Li Hewlêrê malbateke Kurdî hat qetilkirin
4 cotmeh, 2019   10:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Şevê din saet derdora 00.00’an li gundê Pîrreşê yê parêzgeha Hewlêrê, komkujiyek pêk hat. Malbateke penaberên gundê Gir Zîro yê girêdayî kantona Qamişlo ku ji 5 kesan (dê, bav û zarok) pêk tê, bi êrîşekê re rû bi rû hat. Di êrîşê de endamên malbatê bi tevahî hatin kuştin.

Li gorî nûçeya ajansa Rojnewsê, piştî ku hêzên ewlekariyê yên Hewlêrê gihîştin cihê bûyerê, cenaze veguhastin tiba edlî û der barê bûyerê de lêkolîn dan destpêkirin.