Sersaxî ji malbata şehîd Dost re hat xwestin

Bi sedan şêniyên  Tirbespiyê, Çilaxa û Girkê Legê berê xwe da konê sersaxiyê yê şehîd Dost û sersaxî ji malbata wî re xwest.

Sersaxî ji malbata şehîd Dost re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Dost re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Dost re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Dost re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Dost re hat xwestin
4 cotmeh, 2019   11:30
QAMIŞLO

Îro bi sedan şêniyên navçeyên Tirbespiyê, Çilaxa û Girkê Legê berê xwe da konê sersaxiyê yê şehîd Mihemed Îbrahîm (Dost) û sersaxî ji malbata wî re xwest.

Konê sersaxiyê li gundê Girbekîl ê bajarokê Maşoq ê naveya Tirbespiyê hate vedan.

Di merasîma sersaxiyê de ji fermandarên YPG`ê Dilbirîn Ferho wiha axivî: "Dayikên ku ji bo rizgarkirina herêmê zarokên xwe feda kirin, em soza xwe bi dayika Zeyneb û dayikên hemû şehîdan re nû dikin ku em ê her tim şopdarên rêya şehîdên xwe bin." 

Her wiha hevserokê Meclisa Rêveber a herêma Cizîrê Talet Yûnis îşaret bi girîngiya ku civaka navdewletî rêzdariyê bide fedakariyên şehîdan û Bakur û Rojhilatê Sûriyê tev li çareseriya siyasî bikin û wiha anî ziman: "Şehîdên me bi saya têkoşîna xwe û hevgirtina pêkhateyan teror têk bir. Îro jî hindek dewlet dixwazin zextê li aliyên ji Sûriyê bikin ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Sûriya pêşerojê dûr bixin. Em ji wan re dibêjin destûra me xwîna şehîdên me ye."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku şehîd Dost birayê 2 şehîdan e (Simko û Kêlan) e ku di pêngavên rizgarkirina Tebqa û Dêrazorê de şehîd bûne.

(bx)

ANHA