Dîroka destûrên Sûriyê... Komîteya destûrê bermahiya şaşiyên berê ye

Ji destpêka damezirandina Komara Sûriyê ve, tevî guhartinên ku di demên berê de çêbûn, lê di destûra Sûriyê de mafên hemû pêkhateyên Sûriyê nehatin parastin. Zîhniyeta yekpartîtiyê, paşguhkirin û binpêkirinên têkildarî pêkhateyan nehişt dewleteke demokratîk ava bibe. Gelo dê encamên şoreşa Sûriyê, vegerîna li destûra 1973`yan be û pirsgirêk mezintir bibe?

Dîroka destûrên Sûriyê... Komîteya destûrê bermahiya şaşiyên berê ye
4 cotmeh, 2019   04:20
NAVENDA NÛÇEYAN –ŞERVÎN MUSTEFA

Dîroka guhartinên pergala sîstema Sûriyê ya nû

Piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn di 11`ê Cotmeha 1918`an de bi dawî bû, bi wê re jî desthilata Osmaniyan li tevahiya herêmê bi dawî bû. Piştre Sûriye di 8`ê Adara 1920`an de ji aliyê Kongreya Sûriyê ya Giştî ve serxwebûna xwe îlan kir. Di wê demê de ku Sûriye di bin mêtingeriya Fransayê de bû, destûreke federal a Qraliyeta Sûriyê hate avakirin. Di dema wê demê de, hin pêvajoyên guhartina sazûmaniya dewletê çêbûn, ji Qraltiya Sûriyê bû Yekitiya Sûriyê, piştre bû dewleta Sûriyê ku Heleb û Şam sala 1925’an girtin nava xwe.

Di wê demê de anku sala 1924`an, Kurdan ji ber taybetmendiya wan a bicihbûna li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, daxwaza avakirina dewleteke Kurdî dikir. Tirkiyê wê demê zext li Fransayê dikir ku mafên neteweyî yên Kurdan nede.

Hêjayî bibîrxistinê ye di belgeyên Fransayê de herêma tevahiya Rojhilatê Firatê heta Dêrikê, bi navê ‘Menqar El-Beta’ dihate pênasekirin. Ev herêm ji aliyê pêkhateyên Kurd, Suryan û Ereb ve heta hevpeymana sînor a sala 1929`an dihat rêvebirin. Lê heta sala 1933`yan, sînorê di navbera Sûriye û Tirkiyê de her diguherî.

Piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn bi dawî bû, serhildana serxwebûnê dest pê kir û di sala 1946`an de Sûriyê serxwebûna xwe bi giştî bi dest xist. Hemû pêkhateyên Sûriyê beşdarî vê serhildanê bûn. Piştre ji sala 1949’an heta sala 1970`yî, rêzederbe çêbûn.

Destûrên Sûriyê...

Destûra sala 1920’an

Di 8`ê Adara 1920`an de, Kongreya Sûriyê ya Giştî bê koordîneya bi hevkarên “Serxwebûna Sûriyê” Qiraltiya Sûriyê ya Erebî ragihand û Feysel Ewel bû qralê wê. Lê ev yek ji aliyê navneteweyî ve nehate qebûlkirin, tevî vê yekê jî kongreyê komîteyeke taybet bi serokatiya Haşim El-Etasî ji bo çêkirina destûrê ava kir. Di destûrê de, 12 beş  û 147 made hebûn. Xala girîng a destûrê ew bû ku Sûriye qraltiyê sivîl a parlemanî ye, paytexta wê Şam e û ola qralê wê îslam e.

Her wiha di destûrê de hate nivîsandin ku welat li ser esasê nenavendîbûnê were birêvebirin û her kantonek meclisa xwe ya parlamenter, hikumeta xwe ya taybet û hakimê xwe hebe ku ji aliyê qral ve were erkdarkirin, di heman demê de divê tu alî destwerdana îrade û kar û barên wan ên hundirîn nebe, lê mijarên giştî jî erka hikumeta navendî ye.

Di 28`ê Tîrmeha 1922`yan de, Qanûna Bingehîn a Yekitiya Sûriyê hate avakirin, ew jî wekî destûra yekbûna kantonan e, dewletên wê jî ev in; Şam, Heleb û Elewî. Her wiha li gorî qanûna Meclisa Yekbûyî hate nûkirin da ku bibe Desthilata Qanûnsaz a Bilind li welat û li gorî qanûnê ji 15 endaman pêk tê. 5 endam ji her sê kantonan in, ji mafê wê ye ku serokê yekbûyî hilbijêre ku dema wê salek be. Di heman demê de, çênabe serokê yekbûyî bêyî erêkirina meclisê, biryarekê bide, li ser vî esasî pêşniyar ji hikumeta herêmî ya her sê federaliyan re tê rêkirin da ku were nirxandin û were erêkirin. Her wiha ji mafê Meclisa Yekbûyî ye ku hin qanûnan wekî ceza û diyarkirina budçeya giştî ya dewletê.

Destûra sala 1928’an

Di 14`ê Sibata 1928`an de, ŞêX Tac El-Dîn El-Husnî ji bo serokatiya dewletê hate erkdarkirin. El-Husnî banga hilbijartina Komeleya Damezirîner kir û di Nîsana sala 1928`an de hilbijartin pêk hatin. Di 9`ê Gulana 1928`an de, komeleyê yekemîn civîna xwe li navendeke hikumetê de çêkir û Haşim Etasî bû serokê komeleyê û Fewzî El-Xezî û Fetihellah Asyon bûn cîgirên wî.

Di 9`ê Hezîrana heman salê de, komîteya destûrê bi serokatiya Îbrahîm Henano hate hilbijartin. Komîteyê 15 civîn çêkirin û di 11`ê Tebaxê ya heman salê de, destûr hate çêkirin û di komleyê de hate erêkirin.

Di destûrê de, hate gotin ku di navbera desthilatan de were qutkirin, her wiha Sûriye komareke parlemantoyî ye, paytexta wê Şam e û ola serokê wê îslam e, di heman demê de Sûriye ji dewleta Osmanî qut e û ew yekbûneke siyasî ye ku nayê parçekirin.

Di sala 1939`an de, Etasî îstîfa kir û bi vê yekê jî ji ber Şerê Cîhanê yê Duyemîn heta sala 1941`an karê komîteya destûrê hate rawestandin. Tevî ku hilbijartin çênebûn, Tac El-Dîn El-Husnî bû serokkomar. Di sala 1943`yan de, hilbijartin pêk hatin û Kutle El-Weteniye bi ser ket û Şûkrî El-Qûwetilî bû serok. Di sala  1947`an de, destûr hate guhartin, di sala 1948`an de jî dîsa destûr hate guhartin û bi vê yekê jî El-Qûwetilî careke din bû serok. Di 30`ê Adara 1949`an de Husnî El-Zeîm derbe li dijî Şûkrî El-Qûwetilî pêk anî û karê destûrê hate rawestandin. Piştre, Samî El-Henawî di sala 1949`an de li dijî Husnî El-Zeîm derbe pêk anî û hilbijartina Komeleya Damezirîner  pêk hat da ku destûreke nû ji welat re were danîn.

Destûra sala 1950’yan

Di sala 1950`yî de, destûreke nû ji welat re hate danîn ku bi navê “Destûra Serxwebûnê” dihate naskirin. Di 28`ê Çileya 1949`an de komîteya çêkirina destûrê hate avakirin û di 15`ê Nîsana 1950`yî de komîteyê karê xwe bi dawî kir. Di 5`ê Îlona ya heman salê de, ew destûr êdî bû fermî.

Di reşnivîsa destûrê de, 117 made hebûn. Di nîqaşan de, 11 made jê hatin rakirin bêyî ku kes zanibe ew çi ne û herî dawî destûr ji 166 madeyan hate çêkirin. Di destûrê de hate gotin ku ola serokê dewletê îslam e û zimanê erebî jî zimanê fermî yê welat e, anku komîteyê di xebatên xwe de, rêgeza welatîbûnê binpê kir û hewl da navendîbûna çandî û zimanî biçespîne.

Tevî ku li ser awayê xwe yê xwezayî yê têkildarî parlemanî û diyarkirina erkên serokkomar parastî ma, lê ji mafê serokkomar e ku li ser hevpeymanên navneteweyî îmze bike, her wiha şandeyên dîplomasî li derve erkdar bike, şandeyên biyanî erê bike, efûyên taybet li dar bixe, xitabî gelê Sûriyê bike û banga civandina meclisa wezîran bike.

Lê madeyên hiqûqa giştî di destûra 1950`yî de, berfirehkirin ku hejmara wê gihîşt 28 madeyan. Yek ji wan madeyan girêdayî mafan û azadiyê ye. Piştre, di dema Edîb Şîşeklî de destûr hate rawestandin û cara duyemîn di navbera 1958-1961`an anku di demeka ku Sûriyê beşek ji Komara Erebî ya Yekbûyî bû, destûr hate rawestandin û li şûna wê, destûrekî demkî ku ji aliyê Serokkomarê Erebî yê Yekbûyî Cemal Ebd El-Nasir hatibû amadekirin, kete meriyetê.  Piştî parçebûnê, destûrê berê dîsa kete meriyetê, lê hin guhartinên balkêş têde çêbûn wekî, Komara Sûriyê, bû Komara Erebî ya Sûrî het sala 1963`an, piştre, Partiya Baas derbe pêk anî.

Destûra sala 1973’yan

Bi derbeya 1963’yan, tîmên Baasê yên di artêşê de derbeya 8’ê Adarê pêk anî. Bi wê re jî destûr hat rakirin û li şûna wê desthilatên rêveber, qanûnsaz û dadgerî derketin. Her wiha jî piraniya çîna siyasî sergûnî dereveyî welat kirin. Li rexê jî rewşa awarte hat ragihandin. Salên borî bi nakokiyên di hundirê Baasê de derbas bûn. Bi wê re jî 2 derbeyên dîtir pêk hatin. Ya yekemîn derbeya 1966’an û ya duyemîn jî Tevgera Teshîhî (Sererastkirinê) ya 1970’yan. Her wiha Tevgera Teshîhî Hafiz Esed ber bi desthilatê ve bir. Di 1973’yan de destûreke nû ya welat derxist. Tê de pergala yek partiyê ya Baasê ya ku heta roja îro li ser desthilatê ye, hat sepandin.

Piştre bi serokatiya Mihemed Fadil komîteya formekirina"destûra daîm a welat" hat avakirin. Di 12’ê Adarê de di referandumê re derbas bû û di 13’ê Adarê de serokkomar wek mersûma komarê ragihand. Tê de fikra partiya Baasê li ser dewletê ferz kir. Di serdema Baasê de gelek qanûn ku pratîka siyasî bi dawî kiriye, hat ragihandin. Ji wan jî qanûna awarte ya 1963’yan a ku meş qedexe ye û kesên li dijî wê derkevin, bên girtin. Tevî wê jî di destûra 1950’î de ew qanûn tune bû. Qanûna parastina şoreşê ya bi mersûma jimara 6 ya 1965’an. Qanûna dadgehên leşkerî ya bi hejmara 109’an a 1968’an ku tê de sivîl di dadgehên leşkerî derbas bibin, rewa ye. Qanûna dadgehkirinê li ser ewlehiya dewletê ya bi mersûma qanûnsaz a bi hejmara 47’an a 1968’an. Qanûna darvekirina her kesê tev li Îxawan El-Mislimîn bûye ya bi hejmara 49’an a 1980’yan a ku ji pişt bûyerên salên 1980’yi derketine.

Destûra sala 2012’an

Piştî destpêkirina aloziya Sûriyê di 2011’an de ya bi raperîna gel li dijî rejîma Partiya Baasê ku tê de bang li guhartin, rêzdayîna maf û azadiyê ji tevahî etnîk û pêkhateyên wê kirine, lê li rexê aloziyê tevahî welat wêran kir, bi milyonan mirov koçber kirin, kuştin û hezaran sivîl birîndar kir. Her wiha jî tê de destwerdanên dewletên cîhanî û herêmî bi armanca jihevxistina  civaka Sûriyê derket.

Di 15’ê Cotmeha 2011’an de Beşar Esed mersûmeke komarê ya bi hejmara 33 weşand ku komîteya jinûvenivîsandina destûrê ava kir. Ew destûr jî ya heman destûra sala 1973’yan e. Tê de tenê 29 endam hene û ji nûnerên Partiyên Cebeht El-Weteniyê El-Teqedumiyê, kesên serbixwe û pisporên hiqûqnas in. Xebata komîteyê bi 4 mehan hat diyarkirin.

Di 15’ê Sibata 2012’an de, komîteyê reşnivîsa destûrê radestî Esed kir. Piştre Esed mersûmek weşand û bang li desteyên vebijêrk kir ku di 26’ê heman mehê de der barê referendom bikin.

Li gor Wezaret Hundirîn a Sûriyê ji sedî 57 ji gel beşdarî referendomê bûn û ji sedî 89,4 alîgir bûn. Di roja paştir de anku di 27’ê Sibatê de mersûmek bi hejmara 94 hat weşandin ku divê li gor destûra nû tev bigerin.

Da ku destûr weke xwe bimîne û tu guhartinên bingehên tê de çênebin, rexnegiran bi nav kir ku destûr li gor pîvana rejîmê anku partiya Baasê hatiye çêkirin. Ew jî bêyî beşdariya tevahî alî yan jî pêkhateyên Sûriyê yan jî guhartinên der barê rêveberiya welatê de pêk nehatin, bû. Li rexê jî bangên şoreşê, raperîna gel û berêdana Sûriyeke demokratîk û pirrengî, hat paşguhkirin.

Dr. Qanûna navdewletî Sêve Îzolî der barê destûrên Sûriyê yên  di 1920, 1973 û ya dawiyê 2012’an de hatine çêkirin wiha got: "Divê bal bê kişandin ku tu qanûneke navdewletî ya sapit di formekirina destûrê û diyarkirina naveroka wê de tune ye. Destûr sembola biwate ya serweriya dewletê û serxwebûna wê ye." Her wiha Sêve Îzolî anî ziman: "Ji mafê her dewletekê ye ku bi azad û bêyî destwerdana derve avakirina destûr û formekirina pêk bîne. Ew jî bi merca ku li hember rêgez û bingehên demokratîk ên cîhanê, rêzdar be. Ya girîngtirîn jî vîna gel a azad û nêrînên wê ye. Divê gel di hiqûq û bingehên azadiyê de li gor peyman û mîsaqên navdewletî mafdar be."

Astana...û destûra ji hêla Rûsyayê ve hatiye pêşniyarkirin

Der barê rêzecivînên li derve de ku tê de pêkhateyên Sûriyê û aliyên girêdayî aloziya Sûriyê tune ne, hate lidarxistin, Rûsya bi xwe destûrek û bêyî amadebûna xwediyên wê ya formkirina destûrê de, amade kir. Ew jî piştî rêzecivînên Astana yên ku ji hêlên Rûsya, Tirkiye û Îranê ve ji 2017’an ve li dar diketin.

Di reşnivîsa ji hêla Rûsya ve hatiye pêşniyarkirin de hat eşkerekirin ku destûr weke ya Yekitiya Rûsyayê ya ku di 12’ê Kanûna 1993’an de hatiye avakirin. Parvekirina berjewendî û serweriyan li gor ên saziyên Rûsya ne.

Lê diyalog û danûstandinên bê encam bûn. Aliyên opozîsyona rejîma Sûriyê tiştên di reşnivîsa ji pişt civînên Astana û Sotşî hatine, red kirin.

Formekirina destûrê li gorî qanûna navdewletî

Der barê formekirina destûrê li gorî qanûna navdewletî doktora qanûnên navdewletî Sêve Îzolî ya ku li paytexta Fransa Parîsê dimîne, axivî.

Sêve Îzolî wiha da zanîn: "Destûrên berê li Sûriyê, piraniya wan li gor qanûnên navdewletî ne destûrên demokratîk bûn. Ku destûr rewa û demokartîk be, divê rêbazên formekirina wê û biryarstandinê, demokartîk be, di naveroka wê de garantiya maf û bingehên azadiyê hebe. Bi taybet mafên mirovan, mafên kêmnetewe û olan. Her wiha jî divê nêrîn û vîna gel azad be."

Sêve got ji girîngtirîn hêmanên komîteyê yê ku bi formekirina destûrê hatiye erkdarkirin, divê vîn neyê serwerkirin. Lê belê divê serbixwe û li gor gel be. Tê de hemû pêkhate û etînk nêrînên xwe pêşniyar bikin. Ev jî di vê komîteya destûrê de tune ye.

Diyar e ku komîteya destûrê ya ku hatiye avakirin, ne li gorî mercên Meclisa Ewlehiyê ya 2254’an e. Ji lewre dijwar e ku formkirina destûrê ku tê de nêrîn û vîna gelê Sûriyê tune ye, pêk bê.

Pêşniyara Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê der barê destûrê de

Di civîna hevpeymana civakî ya Rêveberiya Xweser de, rêveberiyê û Meclisa Sûriya Demokratîk pêşniyara der barê mekanîzmaya beşdariya tevahî alî û pêkhateyan bi awayekî demokratîk di destûra Sûriyê de, kir.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) di 28’ê Nîsana 2013’an de banga lidarxistina civînê kir. Her wiha di civînê de 48 akademîsyen ji herêmên Rojava û Bakurê Sûriyê beşdar bûn ku hevpeymana civakî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk pêk bînin. 3 komîte hatin avakirin (komîteya formekirina hevpeymana civakî, komîteya şopandinê û komîteya ragihandinê). Komîteya formekirina hevpeymana civakî nivîsandina hevpeymanê di 24’ê Tîrmeha 2013’an de, bi dawî kir.

Hevpeymana Civakî bang li Sûriyeyeke pirreng a demokratîk a nenavendî dike. Her wiha jî bang li gihandina metoda siyasî û exlaqî di civaka Sûriyê de dike ku jiyaneke hevbeş di wê pirrengiyê de, dabînkirina xweparastin û parastina rewa û garantîkirina mafên perwerdeyê bi zimanê dayikê ji gelê Sûriyê bê dayîn, pêk bê.

Der heqê nêrîna Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) li ser xebata komîteya destûrê ya vê dawiyê hatiye pêşniyarkirin de ku tê de 150 kesayet hatine diyarkirin û dûrxistina aliyên Sûriyê yên girêdayî çareseriya aloziya Sûriyê, endamê Desteya Hevserokatiyê ya MSD’ê û yek ji endamên komîteya formekirina hevpeymana civakî ya Rêveberiya Xweser Sîhanok Dîbo wiha got: "Heke em nebêjin rêbaz û metod tê de nîn e, komîte li ser destan dimeşe."

Dîbo wiha lê zêde kir: "Divê diyalektîkeke afrîner a danûstandinan der heqê çareseriya aloziya Sûriyê de bê şopandin. Ji ber ku krîzeke bingehîn a siyasetê ye. Heke ew pêk hat, dê Sûriyeke nû ku tê de tevahî gel û pêkhateyên wê beşdar bibin, bê afirandin.”

Dîbo mekanîzmaya formekirina destûra Sûriyê rexne kir û wiha axivî: "Bi nêrîna li navên ku di komîteyê de hatine pêşniyarkirin, dê bê dîtin ku piraniya wan tu têkiliya xwe bi destûrê re nîn in. Her wiha ew temenê destwerdanên herêmî û navdewletî di pirsgirêka siyasî de dirêj dikin. Ev leckirin, planeke çêkirî ye û nayê pejirandin. Dê misoger bi bin bikeve. Ji ber ku destpêkirina wê, nîşaneyên binkeftinê ye."

Encam

Bi nêrîna li rûdan û merheleyên ku rejîmên Sûriyê tê re derbas bûne û destûrên ku hatine avakirin, bi xwe re derbe, tevlihevî û paşguhkirina mafên gelên herêmê aniye. Sedema sereke ya vê yekê jî, paşguhkirina vîna gel û nebeşdariya pêkhateyên civakê di biryardayîna destûrê de ye ku tê de çarenûsa xwe û çarenûsa welatê xwe diyar bikin. Lê berovajî wê hê Sûriye ber bi westan û zêdebûna destwerdanên biyanî ve bir.

Heke ji çewtiyên berê sûd nehat girtin, dê krîz girêktir bibe. Ku gelê Sûriyê nekarî destûreke demokratîk a nû ava bike û tê de guhartinên bingehîn hebin, ev tê wateya ku em li pêşberî zexmkirina aloziyeke nû û jevkirina berhemên mayî ne. Ev şanseke nû ya nivîsandin û formekirina destûreke nû ya Sûriya nû ye. Ew jî bêyî piştdana destûra pêşbînkirî û binkeftina şansê avakirina Sûriyeyeke demokratîk a pirreng pêkan e.

(fr/kc)

ANHA