Îranê du deriyên sînorê bi Iraqê re girtin

Îro pasdarên sînorê Îranê du deriyên sînor ên bi Iraqê re, ji ber aloziya li Bexdê û bajarên din ku xwepêşandêran sloganên li dijî Îranê berz dikin, girtin.

Îranê du deriyên sînorê bi Iraqê re girtin
3 cotmeh, 2019   10:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro dezgehên çapemeniya Îranê ragihandin ku ji ber aloziya li welêt, pasdarên sînorê Îranê du deriyên sînor ên bi Iraqê re girtin.

Fermandarê pasdarên sînor ên Îranê Qasim Rîdaaî di daxuyaniyên, ku îro dezgehên welatê wî eşkere kirin de got, ji ber ewlehiyê ji duh ve deriyên sînor ên Xesrewî û Cezba yên bi Iraqê re, hatine gitin.

Li bajarên Iraqê li dijî gendeliya li welêt rû dide xwepêşandan tên lidarxistin û xwepêşandêran sloganên li dijî Îranê berz dikin.

Serokwezîrê Iraqê Adil Abdullmihdî biryara bêbandorkirina rola fermandarê saziya têkoşîna li dijî terorê Adulwehab Saadî ragihand û gelê Iraqê ev yek rexne kirin.

Di encama xwepêşandana li Iraqê 9 leşkerên ewlekariyê hatin kuştin û bi sedan jî birîndar bûn.

(eh)