Li Tebqayê û bajarokên wê projeya qîrkirinê didome

Şaredariya Gel a bajarê Tebqayê, xebatên qîrkirina kolanên bajêr didomîne . Di rojên pêş de jî dê dest bi kolanên gundewarên Tebqayê bike. Di vê derbarê de bêtirî 18 hezar metre sêgoşe qîr ji bo navenda bajêr hatiye destnîşankirin.

Li Tebqayê û bajarokên wê projeya qîrkirinê didome
Li Tebqayê û bajarokên wê projeya qîrkirinê didome
Li Tebqayê û bajarokên wê projeya qîrkirinê didome
3 cotmeh, 2019   06:46
TEBQA

Beşê xizmetguzariyê yê Şaredariya Gel a Tebqayê, dest bi qîrkitina kolana Filestîn a li aliyê rojhilatê bajêr kiriye. Dirêjahiya kolanê 800m û paniya wê jî 18 metre ye. Qîrkirina kolanê, li gorî hatiye plankirin 10 cm qîr dê bê raxistin. Plan û xwendina li ser pirojeya qîrkirina kolanên bajarê Tebqa ji aliyê şaredariyê û komîteyên çavdiriyê ve hatine danîn. Di vê derbarê de şaredariyê zêdetirî ji % 55 a projeya qîrkirina bajêr pêk aniye. 

Kolana Filestîn yek ji kolanên giring e, bajarê Tebqa bi gundê Sifsafê ve girê dide  ku di salên berê de hatibû paşguhxistin.

Bi destpêkirina projeya qîrkirina kolanên sereke yên bajarê Tebqayê re, ji zêdetirî mehekê ve Şaredariya Gel a Tebqa karîbû kolanên girîng û hestyar ên bajêr qîr bike. Wek kolana sereke ya bazara navendî ya Tebqa, deriyê bajêr ya başûr û çerxeriya El-Elem e.

Di vê çarçovê de, Şaredariya Gel rê û kolanên bajaroka El-Mensûra ku dikeve rojhilatê bajarê Tebqa, xebatên dûzkirin û belavkirina madeya Girabiyê ku ji kevirên hûrik ên spî pêk tê didomîne. Li ser wê jî ava qîrê (Amsîzyom)direşîne. Hatiye plankirin ku piştî bajarê Tebqa dê li El-Mensûra jî xebatên qîrkirinê bê emcamdan.

Hat zanîn ku ji ber pirsgirêkên di amûr û alavên qîrkirinê de çêdibin, bi dawîbûna xebatên vê projeyê derengî ket.

Di planên Şaredariyê de qîrkirina kolanên din ên sereke û şaxî yên Tebqayê hene, wek kolana Weset, Kornîş ên rojhilat, rojava û hin kolanên din ên şaxî ku dighêjin bazara navendî ya Tebqayê.  

Ji rêvebirên Komîteya Xizmetgozariyê ya Teknîkî ya ser bi Şaredariya Gel a Tebqa ve Mihemed El-Hemûd got: “Dê di çend rojên bê de qîrkirina kolana Filestîn bi dawî bibe û dest bi qîrkirina kolana sereke ya El-Erîd a giring jî bikin.”

(rr/bm)

ANHA