Lêkolînerekî misrî: Ixwan Muslimîn amûra Tirkiyê ya li welatên erebî ne

Lêkolînerê misrî yê têkiliyên navdewletî û pisporê karûbarên Tirkiyê Mistefa Selah got: “Tirkiye koma Ixwan muslimîn a ku wek koma terorîst hatiye binavkirin, hemêz dike. Ji wan re stargehan, desteka aborî, leşkerî û siyasî peyda dike. Ixwan Muslimîn bûye amûra pêkanîna siyaseta Tirkiyê ya li welatên erebî. Divê helwestek yekgirtî ya welatên erebî li dijî destwerdanên Tirkiyê were nîşandan.”

Lêkolînerekî misrî: Ixwan Muslimîn amûra Tirkiyê ya li welatên erebî ne
3 cotmeh, 2019   05:12
NAVENDA NÛÇEYAN-AZAD SEFO

Li Misrê xwepêşendanên şermûk li dar ketin. Hindek dazgehên çapemeniyê yên girêdayî Tirkiyê û Qeterê hewl dan wan xwepêşendanan bi kar bînin û ji bo berjewendiyên xwe bikar bînin. Mîna ku çawa serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di Komeleya Giştî ya NY`î de êrîşî Misrê kir. Misir bi awayekî balkêş bersîv da wan tewanan. Lêkolînerê misrî yê têkiliyên navdewletî û pisporê karûbarên Tirkiyê Mistefa Selah girêdayî van mijaran, têkiliya Tirkiyê û Qeter bi koma Ixwan Muslimîn re, axivî.

Hevpeyvîn wiha ye:

Li gel çûyîna serok El-Sîsî ji New Yorkê re ji bo ku tev li xebatên Komeleya Giştî ya NY`î bibe xwepêşendan çêbûn, gelo sorkerê sereke yê van xwepêşendanan kî ye? Di vê demê de sedema vê yekê çiye?

Bi texmîna min gelek aliyên herêmî hene ku ewlehiya hundirîn a Misrê ji wan re astengiyeke. Ewlehî astengê li pêşiya pêkanîna siyasetên hinek aliyan çêdike, bi taybet Tirkiye. Tirkiye, li dijî dewleta Misrê tevahiya kaxizên xwe yên ji bo pêkanîn projeya xwe ya herêmî, bi rêya komên îslamî yên radîkal yan jî dazgehên çapemeniyê yên wan bi kar tîne. Ya ku hiştiye ev êrîş li dijî Misrê zêde bibe, ew e ku Misrê rola xwe ya pêşeng li herêmê vegerand. Ev jî astengiyê di rêya timayên Tirkiyê yên herêmî de derdixe.

Hinek dazgehên çapemeniyê hewl dan xwepêşendanan bi kar bînin, ji bo ku pergala misrî hilweşînin. Gelo armancên wan dazgehan çi ne û girêdayî kijan aliyan in?

Di texmîna min de kanalên capemeniyê yên girêdayî dewleta Qeter û Tirkiyê xwedî li ajandayên koma Ixwan Muslimîn a ku wek komek terorîst hatiya sinifandin derdikeve. Ew dewlet hewl didin xwepêşendanan bi kar bînin, ji bo ku armancên xwe pêk bînin. Lê hundirê Misrê ketiye ferqa armancên wan koman. Bi taybet piştî xwepêşendanên gel ên di 2013`an de li dijî siyasetên wê. Yanî pişta xwe didin mîna van bangan, ji bo careke din di civaka misrî de derkeve û rewşa tevliheviyê ya di encama wan xwepêşendanan de bi kar bîne.

Di civîna New Yorkê de serokkomarê Tirkiyê careke din êrîşî Misrê kir û hewl da bandorê li raya giştî bike. Da ku wefata Mursî weke ku bi zanabûn e xuya bike, gelo armancên Erdogan li Misrê çi ne?

Ji bo hewldanên Tirkiyê li Misrê, paşdeçûna cihê Misrê bandorek mezin li pêkanîna projeya Tirkiyê dike. Ya ku armanc dike li ser asta herêmî li gorî têgeha Osmaniya nû pêşeng be. Yanî rejîmaTirkiyê hewl dide tevahiya minberên navdewletî û herêmî heta hundirîn jî bi kar bîne. Ji bo ku êrîşî Misrê bike. Bi taybet li gel ku El-Qahîre ji girêdana bi Tirkiyê re piştî hilweşandina pergala serokê berê Mihemed Mursî rizgar bûye. Piştre wê stratejiya şikandina hestiyan li dijî Misrê bi meşîne. Tirkiyê koma Ixwan Muslimîn hemêz dike, ji wan re stargeh û desteka madî, leşkerî û siyasî peyda dike. Ji bo ku armancên Enqereyê pêk bîne. Di encamê de ne dûr e ku xîtaba tirkî berê xwe bide van mijaran, tevî ku hindek armancên Enqereyê ne tenê li derve ne. Erdogan hewl dide pirsgirêkên hundirîn bi rêya balkişandina raya giştî li ser pirsgirêkên derve derbas bike.

Şandeya Misrê ya NY`î bersîva daxuyaniyên Erdogan dan û gelek nuqte bi bîr xistin. Gelo mirov dikare bêje Misr ji qonaxa bêdengiyê ya li hember tewanên Tirkiyê derketiye, derbasî qonaxa xweparastinê û eşkerekirina planên Tirkiyê di piştgiriya Ixwanan de li Misrê û terorîstan li Lîbya û Sûriyê bûye?

Bêguman Misr stratejiyeke nû li hember Tirkiyê dimeşîne. Bi taybet ji ber du dosyayan;  ya yekemîn desteka komên radîkal,mudexeleya karûbarên herêmê yên hundirn û ya din nakokiya li ser gazê li Rojhilata Navîn. Li gorî vê nakokiyê, Misr ji bersîvandina îdiayên Tirkiyê veguherî tevgera bi şêwazekê ku bi awayekî bêtir bandor li aliyê Tirk bike. Ev bi rêya kanalên fermî di wezareta derve de û daxuyaniya wê tevî gazîkirina berpirsê karên Tirkiyê kir. Li rex kanalên dawîn ên ne fermî bi rêya avakirina hevalbendên herêmî û piştgiriya kedên ku sekinandina li hember rola Tirkiyê armanc dikin, isbat bûn. Delîlên wê jî hevkarî û koordîneya Misrê bi Lîbyayê re girêdayî komên çekdar ên ku hevkariya Tirkiyê bi wan re ji pêşkêşkirina çek û pere isbat bûne.

Rêveberek ku ji koma Ixwan Muslimîn qut bûye yê bi navê Mixtar Nûh ê ku şêwirmendê murşidê komê bû, zanyarî û peymanên di navbera Tirkiyê û koma Ixwan Muslimînde li Misrê  eşkere kirin. Gelo têkiliya di navbera Erdogan û Ixwanan de çi ye? Çawa her du alî ji hev sûd digirin?

Girêdayî têkiliya Ixwan bi Erdogan re, tekez e ku nêrînên her duyan ên hundirîn û derve ji herêmê re heman in. Girêdanek xurt di aliyê ideolojî de di navbera her duyan de heye. AKP`ê dirêjahiya siyaseta rêxistinê ye. Şahidên meydanî îşaret bi asta lihevkirin wan dikin. Piştî ku rêxistin li Misrê û dewletên herêmê têk çû, yekser berê xwe da Tirkiyê, ya ku deriyên xwe jê re vekir. Yanî mijarên sûdgirtinê di navbera herduyan de pir in. Koma Ixwan amûra pêkanîn siyasta Tirkiyê li dewletîn erebî ye û êdî bûye wekîlê Tirkiyê yê hudirîn û Tirkiyê wan ji bo ku zextê li wan dewletan bike bi kar tîne.

Têkiliya di navbera xwepêşendanên Misr û hedefgirtina Aramko ya Siûdî Arabistan de û beriya wê keştiyên barkirina petrolê li nêzî beravên Îmaratê çe ye? Kî sûd ji parçekirina vê hevalbendiyê digire?

Têkiliyek xurt di navbera rewşê hundirîn ên Misrê, ewlehiya wê de û tevlibûna wê ji koalîsyona erebî re ya li dijî Qeterê heye. Ji ber ku ew bi mijarên girîng ên wezareta derve ya Misrê ve girêdayî ye. Bûyerên girêdayî gefên ewlehiya hundirîn dê bi awayekî sereke bandor li ser xeta tevgera Qahîre ya derve bike.

Yanî eger Misr ji rola xwe ya erebî û herêmî paşde bikişe ev dikeve berjewendiya gelek dewletan heta ku hinek ji wan dewletekî erebî be mîna Qeterê. Qeter desteka koma Ixwan Muslimîn dike û hewl dide pergala serdest a Misrê biguhere.

Rola ku Misr li rex Siûdê Arabistan û Îmaratê li hember projeya Ixwan Muslimîn û li paş wan Tirkiyê û Qeterê  bilîze çi ye?

Misr siyaseta gelek xetan meşand bi teybet ên girêdayî derdora erebî. Bi Siûdî Arabistan û Îmarat re koalîsyonek li dijî tevgera koma Ixwan ava kir çi li hundirê dewletên wan an jî li tevahiya herêmê. Ev hişt ku kom û pêşeroja hebûna wê paşde bikişe.

Dibe ku boykutkirina Siûdî Arabistan, Îmarat û Misrê li rex Behrîn ji Qeterê re asta lihevkirina di navbera wan de diyar dike. Yek ji şertên  koalîsyonê, ew e ku Qeter dev ji desteka komê berde û hedefgirtina ewlehiya deweletên erebî rawestîne.

Mirs navenda El-Camîa El-Erebiye û El-Ezher El-Şerîf e. Çawa Misr dikar bala El-Camîa û El-Ezher bikşîne ser planên Tirkiyê li Sûriyê û Lîbyayê? Li ser asta erebî çi tê xwestin?

Bi texmîna min Misr xwedî hêzek nerm û hişk e ku pê dikare li hember rola Tirkiyê û mudexeleyên wê li herêmê bisekine. Ruxmî wê jî dewletên ereb bi hewcedariya diyarkirina stratejiyek erebî yekgirtî ne. 

(şx/bm)

ANHA