Bi vî awayî serbilindiya xwe bi YPG û YPJ’ê nîşan da

Ciwanekî Kurd ku ala YPG`ê hilgirtibû, bi paraşûtê li ser Çiyayên Alpê yên Swîsreyê firiya û dirûşmên silavkirina YPG, YPJ û QSD’ê berz kirin û serbilindiya xwe bi van hêzan nîşan da.

Bi vî awayî serbilindiya xwe bi YPG û YPJ’ê nîşan da
2 cotmeh, 2019   10:13
SWÎSRE

Ciwanê bi navê Ednan Tahêr ê ji Rojava, bi paraşûtê li ser Çiyayên Alp li bajarê Interlaken ê Swîsreyê firiya û dirûşmên silavkirina şervanên YPG, YPJ û QSD berz kirin. Ciwanê Kurd bi wê yekê serbilindiya xwe bi van hêzên ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin, nîşan da.

Di dîmenan de xuya dike ku Ednan ala YPG’ê hildaye û di ser Çiyayên Alp re dirûşman berz dike.

(jo)

ANHA