Pompeo: Tevî sozên Îranê keştiya petrolê barê xwe li Sûriyê vala kir

Wezîrê karên derve yê DYA’yê Mike Pompeo got tevî ku wezîrê karên derve yê Îranê Cewad Zerîf ragihand ku keştiya ‘Adrian Darya 1’ petrol ji Sûriyê re nebiriye, lê bi rastî jî keştî li benderên Sûriyê ye.

Pompeo: Tevî sozên Îranê keştiya petrolê barê xwe li Sûriyê vala kir
2 cotmeh, 2019   10:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Mike Pompeo li ser hesabê xwe yê Twitterê wêneyekî keştiyê ku bi peykê hatiye kişandin, parve kir û got keştiya Îranê ya bi navê ‘Adrian Darya 1’ li hemberî benderên Sûriyê ye. Pompeo got heke petrol negihîje Sûriyê, gelo dê cîhan Îranê tawanbar bike?

Beriya demekê Pompeo wezîrê karên derve yê Îranê Cewad Zerîf tawanbar kir û ji Face The Nation re got “Nizanim çima li wezîrê karên derve yê Îranê guhdarî dikin, têkiliya Zerîf bi siyaseta karên derve ya Îranê re tune ye, heta çend salan derew dikir û paşê îstîfa kir.”

Ajansa nûçeyan a Îranê li ser zimanê berdevkê Wezareta Karên Derve ragihand ku sedema aloziya di navbera Tehran û Ewropayê de, keştiya Îranê ye, piştî keştî li benderên Deryaya Spî rawestiya, radest kir. Her wiha ajansê li ser zimanê Abbas Mûsawî ragihand ku keştiya Îranê di dawiyê de li benderên Deryaya Spî rawestiya û barê xwe vala kir.

Tê zanîn ku di destpêka meha borî de keştiya Îranê ‘Adrian Darya 1’ li beramberî benderên Sûriyê liv û tevgera xwe rawestand û peykan wêneyê keştiyê li hemberî bendera Tartusê kişand.

(eh)