Xebatên şaredariya Çilaxa yên beriya zivistanê

Şaredariya Gel a navçeya Çilaxa hewl dide plansaziya xwe ya çaryeka dawîn a 2019`an, beriya zivistanê bi dawî bike.

Xebatên şaredariya Çilaxa yên beriya zivistanê
Xebatên şaredariya Çilaxa yên beriya zivistanê
2 cotmeh, 2019   07:39
QAMIŞLO-KELSÛMA ELÎ-LÎNA CANGÎR

Şaredariya Gel a navçeya Çilaxa projeyên xwe yên xizmetguzarî li gorî plansaziya çaryeka dawîn a salê didomîne ji sererastkirina  rêyan, dirêjkirina toreyên avê û avakirina piran.

Şaredariya Gel a navçeyê rewşa xizmetguzarî ya navenda bajêr û gundewar bi alîkariya şaredariyên hejmarek gundan dişopîne.

Komîteyên şaredariyê li gorî plana salê ya ku Buroya Fenî li gorî nirxandinên meydanî amade kiriye dixebitin.

Tevî xebatên rojane mîna paqijî û rakirina çopê, dayîna ruxsetên avakirinê û çavdêriya wan, şaredarî sûkan bi rêya Buroya Zabite kontrol dike da ku mafê xercker(mistehîk) biparêze. Şaredarî li hember rêzeerkên mezin mabû ji sererastkirina rê û pirên ku di zivistanê de zirar dîtine.

Sererastkirin û avakirina rêyan li gundewarê navçeyê

Werşeyên fenî yên şaredariyê dest bi pêkanîna plana xwe ya taybet ji bo sererastkirina rêyên navend û gundewar kir. Projeyên sererastkirina durêyên Aliyan Kîşka-Gindik Mirad û rêya Gindik Şilal- Dêro Kivnik ji projeyên şaredariyê ne. Her wiha projeya sererastkirina rêya Batirzan-Bakrwan, rêya Qastaban-Girdîmik û rêya Dêrona Axî –Xirab Reş.

Tevî ku projeya sererastkirina rêyên gundên Şibil, Xirab Bacar, El-Hemraa, El-Şemam, El-Sefa, Baqla Mezin, Baqla Biçûk, El-Sewra, Girhok, Qîro û Til Elo bi bermahiyan pêk anîn.

Derbarê projeyên şaredayê di navenda bajêr de, şaredariyê projeya firehkirina rêya têketina bajêr ji aliyê rojhilat ve bi dirêjahiya 70 m pêkanî tevî sererastkirina hejmarek ji kolanên taxên bajêr.

Ebarên mîna kotiyan ku li navenda navçeyê û gundewar hatine avakirin

Ebarên mîna kotiyan; navê fenî ya pirên ku li ser rûbarên lehiyan hatine avakirin e, çi li navenda navçeyê yan jî li gundewar. Şênî wan ji bo derbaskirina rêyan bi kar tînin. Gelek ji wan piran ji ber lehiyên zivistana borî gelek zirar dîtine.

Di wê demê de şaredariyê hewl da hejmarek ji wan piran sererast bike. Ji aliyekî din ve hewl dide xebatên mayîn di çaryeka dawîn de ya plansaziya salê bi dawî bike. Li gorî wê dê li taxa Selahdîn a kevin li navenda navçeyê tevî li gundê Kinco yê girêdayî navçeyê du ebaran ava bike.

Li ser daxwaza şêniyan, dirêjkirina toreyên avê bi dirêjahiya hezar metreyan

Di vî warî de şêniyên taxa 8`ê Adarê ji şaredariyê xwestin ku toreya ava vexwarinê li taxê ava bikin ji bo ku av bigêje şêniyan. Li ser wê û piştî nirxandina fenî şaredariyê dest bi pêkanîna projeyê û dirêjkirina toreyên avê bi hezar metrî kir.

Berpirsên şaredariyê tekez kirin ku şaredarî hewl dide projeyên xwe beriya zivistanê bi dawî bike.

(şx/bm)

ANHA