Li Serêkaniyê pêvajoyên peymana "Mekanîzmeya Ewlehiyê" temam bûn

Meclisa Leşkerî ya Serêkaniyê û dewriyeyên Hêzên Koalîsyona di çarçoveya peymana "Mekanîzmeya Ewlehiyê" pêvajoya dawî ya wergirtina nuqteyên li ser sînor ji YPG û YPJ‘ê temam kirin.

Li Serêkaniyê pêvajoyên peymana "Mekanîzmeya Ewlehiyê" temam bûn
Li Serêkaniyê pêvajoyên peymana "Mekanîzmeya Ewlehiyê" temam bûn
Li Serêkaniyê pêvajoyên peymana "Mekanîzmeya Ewlehiyê" temam bûn
Li Serêkaniyê pêvajoyên peymana "Mekanîzmeya Ewlehiyê" temam bûn
Li Serêkaniyê pêvajoyên peymana "Mekanîzmeya Ewlehiyê" temam bûn
Li Serêkaniyê pêvajoyên peymana "Mekanîzmeya Ewlehiyê" temam bûn
Li Serêkaniyê pêvajoyên peymana "Mekanîzmeya Ewlehiyê" temam bûn
29 îlon, 2019   16:08
HESEKÊ

Di çarçoveya peymana "Mekanîzmeya Ewlehiyê" de ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û dewleta Tirk de bi navbeynkariya Amerîkayê, Meclisa Leşkerî ya Serêkaniy û Hêzên Koalîsyona Navdewletî dewriyeya hevbeş a şeşemîn li ser sînor meşandin.

Dewriyeya hevbeş a şeşemîn pêvajoya dawî ya bendên peymanê pêk anî. Di vê çarçoveyê de Meclisa Leşkerî ya Serêkaniyê nûqeyên dawî yên ku YPG û YPJ‘ê jê vekişiyan wergirtin û çavdêriya rûxandina baregehên QSD‘ê kirin.

Dewriyeya hevbeş ji 3 erebeyên leşkerî yên hêzên Amerîkayê û 5 erebeyên leşkerî yên Meclisa Leşkerî ya Serêkaniyê pêk dihat, ji bargeha Koaslîyona Navdewletî ya li gundê Til Erqam ê bajarokê Til Helefê ber bi nuqteyên li ser sînor yên QSD‘ê ve derketin da ku xendeq û bargehan hilweşînin. Piştre çû depoya bajarokê Til Helefê da ku tunelên di hundirê depoyê de hilweşînin.

Li aliyekî din jî dewriyeyekê berî da nuqteyên leşkerî yên li aliyê bakurê rojhilatê bajarê Serêkaniyê nêzî gundê "Eyn Hîsan" da ku çavdêriya vekişandina QSD, YPG û YPJ‘ê û çekên bike û radestkirina wan ji Meclisa Leşkerî ya Serêkaniyê bikin.

Fermandara Meclisa Leşkerî ya Serêkaniyê Albîn Harûn anî ziman ku ev dewriye di çarçoveya pêvajoya 6‘emîn a bendên peyamana "Mekanîzmeya Ewlehiyê" de hate meşandin. Albîn destnîşan kir ku dewriyeya wan ji gundê Til Erqam dest pê kir, baregehên li wir û li bajarokê Til Helefê û hundirê bajarê Serêkaniyê heta gundê Eyn Hîsan hilweşandin û nuqteyên ku QSD, YPG û YPJ‘ê jê vekişiyan wergirtin.

Şervanê YPG‘ê Dijwar Ketîna ê teqez kir ku li gorî bendên lihevkirinê ew bi çekên xwe ji hemû nuqteyan vekişiyan û radestî Meclisa Leşkerî ya Serêkaniyê kirin.

ANHA