Salvegera damezrandina Hevbendî li Şehbayê hate pîrozkirin

5‘emîn salvegera damezrandina Hevbendiya Niştimanî ya Demokratîk a Sûriyê li navçeya Fafînê ya katona Şehbayê hate pîrozkirin.

Salvegera damezrandina Hevbendî li Şehbayê hate pîrozkirin
Salvegera damezrandina Hevbendî li Şehbayê hate pîrozkirin
Salvegera damezrandina Hevbendî li Şehbayê hate pîrozkirin
Salvegera damezrandina Hevbendî li Şehbayê hate pîrozkirin
Salvegera damezrandina Hevbendî li Şehbayê hate pîrozkirin
Salvegera damezrandina Hevbendî li Şehbayê hate pîrozkirin
Salvegera damezrandina Hevbendî li Şehbayê hate pîrozkirin
Salvegera damezrandina Hevbendî li Şehbayê hate pîrozkirin
29 îlon, 2019   14:58
ŞEHBA

Şaxê herêma Efrînê ya Hevbendiya Niştimanî ya Demokratîk a Sûriyê bi boneya salvegera xwe ya 5‘emîn şahiyek li navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê li dar xist. Bi dehan rûspiyên êlan, endamên sazî û meclisên Herêma Efrînê di şahiyê de amade bûn.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Dûvre rêveberê Hevbendiya Niştimanî ya Demokratîk a Sûriyê Abdurehman Murşid, rêveberê Buroya Jinan a hevbendiyê Roşîn Mamo, bi navê partiyên li herêma Efrînê Şirîn Qaso û bi navê rûspiyên êlan Elî Mehmûd û Mihemed Elûş axivîn. Kesên axivîn salvegera damezrandina hevbendiyê li tevahî beşdar û gelên herêmê pîroz kir û tekez kir ku armancên hevbendiyê yên gihandina ber bi Sûriyeyeke demokratîk a piralî ve, afirandina rewşeke nû li Sûriyê ku çanda piralî û cihêrengiyê damezrîne sabit in.

Di axaftinan de bal hate kişandin ser girîngiya diyalogên navxweyî ji bo xilaskirina Sûriyê ji krîzê û hate destnîşnkirin ku diyalog rêya yekane ya rizgarkirina ji aloziyê  ye, piştî ku tevahî dewletên cîhanê ti çarserî peyda nekirin. Her wiha hate gotin hewldanên derve tenê berjewendiyên teng û ajindeyên siyasî ne.

Şahî bi xwendina helbest û stranan bi dawî bû.

(fr)

ANHA