‘Çeteyên Tirkiyê hevpeymana Soçiyê red dikin û noqteyên çavdêriyê bûne baregeh’

Dezgehên çapemeniyê yên girêdayî rejîma Sûriyê ragihand ku çeteyên Tehrîr El-Şam, hêza xwe li rêyên navneteweyî ku Heleb bi Laziqiye û Hemayê ve girê dide, kom kir û vekişandina wan a pêkanîna hevpeyaman Soçiyê derewandi.

 ‘Çeteyên Tirkiyê hevpeymana Soçiyê red dikin û noqteyên çavdêriyê bûne baregeh’
29 îlon, 2019   11:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El-Weten a girêdayî rejîma Sûriyê li ser zimanê çavkaniyên xwe, ragihand ku El-Nusra û sîwana wê Heyet Tehrîr El-Şam, di komkirina  çeteyên xwe li ser her du rêyên navneteweyî ku Helebê bi Hema û Laziqiyê ve girê dide, dewam dike. Heman çavnkaniyan îşaret pê kirin ku teroran pêkanîna bendên Soçî red kirin. Di heman demê de, gotin şaxê Sûriyê yê rêxistina El-Qaîde hêzên nû anîn pêşberî artêşa Sûriyê li ser hemû eniyên şer.

Rojnameyê li ser zimanê qaşo opozîsyona nêzî çeteyên Ceyş El-Wetenî ku Tirkiyê destekê dide wê, li herêmên bakur û bakur rojhilatê Helebê, El-Nusra hejmara terorên xwe li deriyan û heta Idlibê, bejahiya rojavayê Helebê û Efrînê, zêde kirin.

Rojnameyê bi berdewamî li ser zimanê çavkaniyên xwe got, El-Nusra nahêle ku Ceyş El-Wetenî tev li şerê di demên pêş li hemberî artêşa Sûriyê bibe.

Heman çavkaniyan ji rojnameyê re, vekişandina hin komên teror ji beşên rêya navneteweyî ku Helebê bi Hemayê ve girê dide, li gorî pêkanîna hevpeymana Soçiyê derewand.

Têkildarî heman mijarê, rojnameyê li ser zimanê çavkaniyên oposizyonê yên nêzî çeteyên Feyleq El-Şam, yek ji çeteyên Cebhe El-Wetenî ya Tehrîr a girêdayî Tirkiyê gotiye: “Artêş Tirk di meha derbasbûyî de, noqteyên çavdêriyê yên li bejahiya başûrê Helebê û bejahiyên başûr û başûrê rojhilatê Idlibê, kirine bargehên leşkerî yên mezin ku têde bi dehan panzêr, alavên leşkerî û bi sedan leşker hene.”

Çavkaniyekî girêdayî rejîmê beriya niha bi du rojan gotibû ku agirbesta li Idlibê ber bi têkçûnê ve diçe.

Çavdêr dibînin ku agirbesta dawî, muhleta Rûsyayê ya nû ji bo Enqereyê ji bo pêkanîna hevpeyaman Soçiyê û vekişandina ji rêyên stratejîk li Idlibê ye û kontrolkirina rejîmê ji wan herêman re ye.

(kc)