Kargeha Lara ya taybet bi jinê

Tevî ku kargeha ‘Lara‘ ya şêraniyê ya taybat bi jinan nû hatiye vekirin jî, ji ber başbûna berhemên wê û buhayên wê yên guncaw bala muşteriyan dikişîne. Karmendên jin ên kargehê tekez dikin ku armanca wan di radeya yekemîn de ku pişta xwe bidin xwe.

Kargeha Lara ya taybet bi jinê
Kargeha Lara ya taybet bi jinê
Kargeha Lara ya taybet bi jinê
Kargeha Lara ya taybet bi jinê
Kargeha Lara ya taybet bi jinê
Kargeha Lara ya taybet bi jinê
Kargeha Lara ya taybet bi jinê
Kargeha Lara ya taybet bi jinê
29 îlon, 2019   06:52
QAMIŞLO –SILAVA EBDULREHMAN

Saet di 09:00`an de 5 jinên ku di kargeha Lara de kar dikin, berê xwe didin karê xwe û kargehê vedikin.

Komîteya Aborî ya girêdayî Kongreya Star a bajarê Qamişlo bi armanca desteka jinan û pêşxistina aboriya wan a taybet di 17`ê Tebaxa borî de li taxa El-Enteriyê li rojhilatê bajarê Qamişlo kargeha Lara vekir. Di kargehê de tevahiya cureyên şêraniyê mîna xireybê, bîtefor, mamûl, biskuwît, berazî û cozilhind têne amadekirin.

Temenên jinên ku di kargehê de kar dikin, ji 19 heya 40 saliyê ne. Ji saet 09:00`an heta 16:00`an kar dikin. Saetên kar li gorî daxwazan, bi taybet di cejn û boneyan de zêde dibin.

Komîteya Aborî tevahiya pêdiviyên kar ji wan re pêşkêş kirin. Jin qezenca kargehê bi rêjeya ji sedî 10 li hev du belav dikin û bi rêjeya ji sedî 50 jî didin Komîteya Aborî ya taybet bi jinê.

Hilberîna kargehê li ser dikanên şêraniyê têne belavkirin. Her wiha muşteriyên kargehê yên taybet ji bajar û navçeyên kantona Qamişlo hene mîna Girkê Legê, Tirbespiyê û Dêrikê. Tevî wê jî berhemên xwe yekser di kargehê de difiroşin muşteriyan.

Reşe Abdullah di warê çêkirina şêraniyê de ji 12 salan ve kar dike. Li Lubnanê fêrî vê pîşeyê bûye. Niha ew çavdêriya kargehê dike. Girêdayî projeyê got: "Armanca me ji vekirina kargehê ew e ku jin fêrî pîşeyê bibe. Da ku karibe di warê aborî de pişta bide xwe. Îro projeya me bi serket ji ber ku me pişta xwe  da xwe."

Buhayên berhemên kargehê ji kargehên din erzantir in. Cudahî di hin caran de digihîje hezar lîreyên Sûriyê ji her kîloyekî re. Têkildarî wê Reşe got: "Em kîloya bîteforê bi hezar lîreyan difiroşin lê di nav sûkê de bi 2 hezar lîreyên Sûriyê ye. Kîloya berazî em bi hezar û 500 lîreyan lê buhayê kîloya wê di nav sûkê de digihîje 2 hezar lîreyan tevî ku kalîteya wan yek e."

Îman Mehmûd El-Casim a ji taxa El-Cûdî (Qenat Siwês) di kargeha Lara de ji mehan ve kar dike têkildarî karê xwe dibêje: "Min ji kar hez kir, ji ber ku taybet a jinan e. Li vir em bi hev re hevkar in û alîkariya hev du dikin. Ruxmî ku kargeh nû vebûye lê muşteriyên me pir in."

Komîteya Aborî ya girêdayî Kongreya Star ji destpêka ku ava bûye, hewl dide aboriya jinê xurt bike û desteka wê dike. Di vî warî de jinan gelek gavên mezin û girîng di tevahiya waran de avêtin ji avakirina kooperatîfan û projeyên aborî di gavekê de ji bo ku aboriya jinan ya taybet bi pêş bixe.

(şx)

ANHA