Şaredariya Gel a Kobanê çawa kêmasiyan derbas dike?

Tevî kar û xebatên Şaredariya Gel a Kobanê lê hîna gelek pirsgirêk hene ku dibin sedema gilî û gazincên şêniyan. Gelo rêbazên derbaskirina vê pirsgirêkan çi ne?

Şaredariya Gel a Kobanê çawa kêmasiyan derbas dike?
Şaredariya Gel a Kobanê çawa kêmasiyan derbas dike?
Şaredariya Gel a Kobanê çawa kêmasiyan derbas dike?
Şaredariya Gel a Kobanê çawa kêmasiyan derbas dike?
Şaredariya Gel a Kobanê çawa kêmasiyan derbas dike?
Şaredariya Gel a Kobanê çawa kêmasiyan derbas dike?
Şaredariya Gel a Kobanê çawa kêmasiyan derbas dike?
29 îlon, 2019   06:35
KOBANÊ – SAMIR OSMAN – UMER MIHEMED

Kolanên bajarê Kobanê di saetên berêvarê de pir qerebalix dibin û bi tozê tijî dibin. Li gel tunebûna çareseriyê jî şênî gazican dikin.

Şêniyên bajarê Kobanê ji ber nemaliştina rêyan gilî dikin û hêvî dikin ku kolan ji tozê werin paqijkirin.

Welatiyê bi navê Îzet Elî nêrînên xwe li ser kêmbûna xizmetguzariyê ji paqijkirina kolanan heta sererastkirina wan tîne ziman: "Piraniya kolanan ji xizmetê kêm in, li rêyên hatin qîrkirin rogarên ji asta qîrê daketine wekî kortan di nîvê kolanan de ne."

Li aliyekî din jî şêniyên Taxa Şehîd Serhed ji ber xitimandina xetên kanalîzasyonê û kombûna ava wê li kolanan, her wiha ji ber neavêtina gemara li taxê nerazîbûnên xwe anîn ziman. Şêniyan diyar kir ku sererastkirina rêyan gihîşt deriyê têketina taxê û ji ber paşguhkirina xetên kanalîzasyonê rawestiya.

Yûsif El-Ehmed ê ji Taxa Şehîd Serhed anî ziman ku tax ji aliyê şaredariyê ve hatiye paşguhkirin, ji aliyekî ve xetên kanalîzasyonê hatin girtin û aliyekî din jî rê nehatin sererastkirin, dîsa jî gemara li taxê nayê avêtin, ji ber wê  yekê şênî neçar in ku gemarê li başûrê taxê kom bikin.

Têkildarî pirsgirêka tozê û axê li ser aliyên rêyan, Fatme Xelîl berpirsa beşa paqijiyê ya Şaredariya Gel a Kobanê got şaredarî hewl dide 3 erebeyên malaştinê ku axê ji nav taxan paqij dikin, peyda bike. Her wiha tekez kir ku ew rojane du dewriyeyên paqijiyê di nav bajêr de dimeşînin bi rêya 8 traktoran û 3 erebeyên veguhastina çopê.

Li rex wê jî Fatme got şaredarî li gorî derfetan û pêwîstiyê hewl dide bigihîje tevahiya taxên bajêr di nav de Taxa Şehîd Serhed.

Ji aliyê xwe ve endezyarê berpirsê beşa kanalîzasyonê Ziyad Hecî diyar kir ku xebatên kanalîzasyonê dê piştî hefteyekê li Taxa Şehîd Serhed werin destpêkirin.

Hecî di nav gotinên xwe de destnîşan kir ku kolanên ku borî tê de têne guhertin divê demekê neyê zîftkirin. Da ku ax cihê xwe bigire û piştî wê ji zîftkirinê re amade bibe ji bo ku rê neqelişe. 

Girêdayî nizmbûna asta rogaran ji asta rêyan Hecî got ev xebat beriya zîftkirinê hate kirin ji ber wê rogar mîna kortikan li ser rêyan xuya dikin. Hecî tekez kir ku ew projeya jinûvebilindkirina asta rogaran bi şêwazekê ku digihîje asta zîftê dinirxînin.

(bb)

ANHA