El-Qeftan: Komîteya destûrê bi ser nakeve

Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Ibrahîm El-Qeftan avakirina komîteya destûrê ya Sûriyê wek binpêkirineke biryara navneteweyî ya 2254’an hesiband û got komîte dê bi ser nekeve, ji ber ku damarê girîng ê xeta demokrasiyê ku nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne, hatine paşguhkirin. 

El-Qeftan: Komîteya destûrê bi ser nakeve
29 îlon, 2019   06:20
MINBIN-ŞERÎF EL-ABO

Danezana navneteweyî ya avakirina komîteya destûrê nîqaşeke berfireh li ser qadên siyasî di hundirê Sûriyê de û derveyî wê çêkir. Ya ku ew nîqaş zêde kiriye, nezelalbûna mercên ku tê de komîte ava bûye.

Ji ber nakokiyê di nêrînan de di navbera endamên komîteya destûrê de yên nûnerên rejîma Sûriyê û komên çete yên ku Tirkiye desteka wan dike, texmînên serkeftina vê komîteyê û erkên wê kêm dibin.

Li ser mijarê serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Îbrahîm El-Qeftan di hevpeyvîna li gel ANHA‘yê de bal kişand ser ku biryara navneteweyî ya 2254’an hatiye binpêkirin û got: "Mijara komîteya destûrê di biryara 2254’an de tune ye. Lê belê bi rêya pakêtên ku De Mistura pşêkêş kirine, hate avakirin. Bi rêya wê xeta Cinêvê ya rastîn veguherî  xeta Astanayê."

Biryara  Konseya Ewlehiyê ya NY`yê bi hejmara 2254’an a ku di civîna 7588’an de ya 18`ê Kanûna 2015`an hatiye derxistin, girêdayî agirbestê li Sûriyê û gihaştina çareseriyeke siyasî ye. Li gorî biryarê bi awayekî yekser hedefgirtina sivîlan tê rawestandin.

Dewletên endamên Konseya Ewlekariyê banga agirbestê û diyalogên fermî di navbera aliyên binakok de dike. Li gorî biryarê diyalogên agirbestê çeteyên DAIŞ û Cebhet El-Nusra di nav xwe de nagire. Di biryarê de banga hilbijartinên azad û durist bi çavdêriya NY`yê û  veguhertina siyasî dike.

El-Qeftan biryara 2254’an bi bîr xist û got: "Biryar daxwaza yekemîn a hikumeta demkî bû. Piştî wê mijarên korîdorên ewle û agirbestê dest pê dikin, diviyabû ku di 6 mehan de dê aloziya Sûriyê çareser bibe. Ev tişt di hîna di 2015`an de bû. Niha û piştî derbasbûna du salan li ser mijara komîteya destûrê û diyarkirina kesan lê dîsa jî nakokî li wer wan kesan heye."

El-Qeftan beşdarnebûna Rêveberiya Xweser di komîteya destûrê de wek şaştiyek mezin bi nav kir û wiha domand: "Hevdîtinên ku li Cinevê li dar dikevin girîngtirîn damara xeta demokrasiyê paşguh dikin yanî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê paşguhr kiriye û kesek ji wan nepejirand. Amadekirina destûrê bê şêniyên Bakur û Rojhilat Sûriyê dê kûr, seqet û ne sax bimîne."

El-Qeftan destûra bê tevlêbûna Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi pitika mirî ku nikarin derbasî odeya vejandinê (înaş) bikin, wesifand.

Di berdewamê de El-Qeftan got hêzên têkilî krîza Sûriyê hewl didin li ser hesabê şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê aloziya Sûriyê çareser bikin, ji ber ku ew di Sûriyê de û Sûriya pêşerojê de damareke girîn in.

El-Qeftan wiha pê de çû: "Wek Partiya Pêşerojê ya Sûriyê em paşguhkirina her aliyekê red dikin. Tevî wê em dixwazin vegerin biryara 2254’an a ji bo çareseriya aloziya Sûriyê. Çareseriya aloziya Sûriyê ne tenê di destûrê de ye lê belê di rawestandina kuştin û derxistina dagirkeriya Tirk de ji Efrînê û herêmên Sûriyê yên din ên dagirkeriyê ye. Piştre nîqaş li ser amadekirina destûrê li Sûriyê ne, li derve dest pê dike."

El-Qeftan tekez kir ku paşguhkirina şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê aloziya Sûriyê çareser nake. Her wiha tekez kir ku ew çareseriyekê ji tevahiya sûriyan re dixwazin, ne şerên nû li Sûriyê. Her wiha banga biratî, pirrengî û nenavendiyê dikin ji baweriya wan ku navendî Sûriyê kiriye vê rewşê.

Di dawiyê de El-Qeftan daxwaza partiyê di çareseriyek rastîn de ku xizmeta gelê Sûriyê dike, dubare kir.

(şx)

ANHA