Rejîmê gundewarên rojavayê Helebê û taxa Raşidîn topbaran kirin

Gundewarên rojavayê Helebê û derdora taxa Raşidîn ji aliyê hêzên rejîma Sûriyê ve bi moşekan hatin topbarankirin.

Rejîmê gundewarên rojavayê Helebê û taxa Raşidîn topbaran kirin
28 îlon, 2019   10:51
HELEB

Nûçegihanê me ji bajarê Helebê ragihand ku hêzên rejîma Sûriyê yên li baregeha leşkerî ya El-Muhlib û derdora çerxerêya El-Lîrmûn a bakurê Helebê ku şevê din gundewarên rojavayê Helebê û derdora taxa Raşidîn a bakurê rojavayê Helebê ku di bin dagirkeriya çeteyên dewleta Tirk de ne, bi moşekan topbaran kirin.

Nûçegihanê me diyar kir ku di encama topbaranê de zerar gihîşt mal û milkên sivîlan.

Li gorî agahiyên berdest, topbaranê heta saetên vê sibê dewam kir.

(bx)

ANHA