Tevî gefên Talîbanê jî li Efxanistanê navendên dengdayînê vekirî ne

Tevî gefên tevgera Talîban ên li dijî navendên dengdayînê, îro navendan ji bo hilbijartinên serokatiya welêt deriyên xwe li Efxanistanê vekirin.

Tevî gefên Talîbanê jî li Efxanistanê navendên dengdayînê vekirî ne
28 îlon, 2019   08:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Tora Erebiye ragihand ku berdevkê komseriya hilbijartinan a welêt got dengdayîn li tevahiya welêt dest pê kiriye, di heman demê de mutemel e nakokî derkevin, nexasim ku tevgera Talîbanê di demên dawîn de êrîşên xwekuj li dijî navendên dengdayînê û kombûna hilbijartinan pêk anîn.

Wezareta Karên Hundir 72 hezar leşker erkdar kirin da ku nêzî 5 hezar navendên dengdayînê yên li welêt biparêzin. Tê payîn ku dengdayîn saet di 15.00’an de bi dawî bibe.

Hilbijartinên serokê welêt di demekê de ku tevgera Talîban nêzî 9.6 milyon hilbijêr bi dûrbûna ji navendên dengdayînê hişyar kirine, pêk tê. Tevgera Talîban bi daxuyaniyekê ragihand ku ew êrîşî endamên ewlekariyê dikin û navendên dengdayînê dikine armanc, da ku proseya hilbijartinan were astengkirin. Her wiha bang li gelê Efxanistanê kir ku roja dengdayînê dûrî navendan bikevin û xwe biparêzin.

Di Gulana 2017`an de li nêzî balyozxaneya Almanyayê erebeyeke bombebarkirî teqiya û di encamê de zêdetirî 150 kesan jiyana xwe ji dest da û bi sedan kes birîndar bûn.

(eh)