Çeteyan li Efrînê keçek ji malbata wê revandin

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker duh li navçeya Şera ya Efrînê girtin ser malekê û keçek revandin

Çeteyan li Efrînê keçek ji malbata wê revandin
27 îlon, 2019   17:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Tora Çalakvanên Efrînê AAN, çeteyên navê Cebha El-Şamiya li xwe dikin û "Polîsên Leşkerî" yên girêdayî dagirkeriya Tirk duh li gundê Mieskerê yê navçeya Şera ya Efrînê girtin ser mala welatiyê bi navê Abdullah Mihemed Elî. Di sergirtinê de keça Abdullah, Sara ya 16 salî revandin û birin cihekî ne diyar e.

ANHA