Li Xezayê 63 filistînî birîndar bûn

Di çalakiyên meşa mezin a vegerê ya li ser sînorê Xezayê de 63 filistînî ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hatin birîndarkirin.

Li Xezayê 63 filistînî birîndar bûn
27 îlon, 2019   18:06
XEZA

Li gorî agahiyên ku Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê dane ANHA‘yê "Di mûdaxeleyên artêşa Îsraîlê ya di meşan de 63 filistînî bi guleyên zindî û yên lastîkî birîndar bûn, di nav de 4 xebatkarên tenduristiyê hebûn."

Desteya Bilind a Meşên li Xezayê ji bo bîranîna salvegera serhildana duyemîn a Filistînê û piştgiriya dîlgirtiyên di grevên birçîbûnê yên di girtîgehên Îsraîlê de çalakiya îro bi navê "Eqsa û dîlgirtiyan" bi bêrxistin kir.

Ji 30‘yê Adara 2018‘an ve welatiyên Filistînê her roja Înê li ser sînorê di navbera Xeza û Îsraîlê de bi navê "Meşên vegerê û rakirina doropêçê" li dar dixin. Welatî banga vegera penaberên Filistînê yên di sala 1948‘an de ji warê xwe hatin derxistin û şikandina dorpêça li ser Xezayê ku ev 12 sal in didome, dikin.

ANHA