ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A  27. 09. 2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A  27. 09. 2019
27 îlon, 2019   04:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Şêniyên Dêrazorê cenazeyê şehîdekî QSD‘ê li Goristana Şehîd Xidir El-Hemade oxir dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Navçeya Dirbêsiyê fermandar Rustem Cûdî û şehîdên mehên Tebax û Îlonê li Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê bi bîr tînin, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Yekitiya Bijîşkên Herêma Cizîrê bi dirûşma "Bi zanista tenduristî ber bi civakeke ekolokîk û demokratîk ve" kongreya xwe ya yekemîn li Hola Efrînê ya bajarê Qamişlo li dar dixe, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, li kantona Efrîn û herêmên di bin ên di bin dagirkeriya wan de, di dibistanan de zimanê Tirkî perwerdê dide. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Jinên civaka Êzidî yên li navçeya Til Rifatê ya kantona Şehbayê, kiryarên hikumeta Başurê Kurdistanê yên qedexekirina weşana Çira TV li Şengalê bi rasthatina nêzbûna Hecê re, şermezar kir û tekez kir tenê Çira TV çanda civka Êzidê belav dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Pişt lûtkeya serokên Rûsya, Îran û Tirkiyê ya li Enqereyê sekreterê giştî yê NY`î Antonio Guterres avakirina komîteya destûrî ragihand. Nûnerên 5 milyon sûrî ji komîteyê hatin dûr xistin. Ji ber wê nîqaşên mezin di nav qadên demokratîk de bi daketina banê texmînên girêdayî serkeftina wê çê bûn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Komîteya Têkiliyên Dîplomasî yê Partiya Yekîtiya Demokratîk ê kantona Hesekê Ciwan Îso got: “Pêwîste konferansa yekîtiya Kurd were lidarxistin. Em bang li partiyên Kurd dikin ku berjewendiyên partîtî bidin aliyekî. Partiyên ku beşdarbûna konferansê red dikin û hewl didin wê bi bin bixin, li gorî perspektîvên Tirkiyê kar dikin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rêveberê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Rustem Bekir diyar kir ku nakokiyên di navbera rejîm û nûnerên komên çete der barê komîteya destûrê de dê bi xwe re binkeftinê bîne û bal kişand ser ku ji mafên Rêveberiya Xweser e ku destûra nûnertiya wê nake, red bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dewleta Tirk gefên êrîşan ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne. Armanca gefên di çarçoveya lihevkirina “Ewlehiya Sinor” tên pêşxistin, dagirkeriyek mayînde li hemû herêmê pêkanîne. Rastxwendina rast a li ser propogandaya ku Erdogan li ser avahiyên TOKÎ’yê dike, bi vî şêweyî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Bi dirûşma "Pênûsa Azad navnîşana şarestaniyê ye"Yekitiya Nivîskarên Kurd- Sûriyê kongreya xwe ya sêyemîn li parka Xwendinê ya bajarê Qamişlo li dar dixe, saet 16:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Komîna Fîlm a Rojava amadekariya mîhrîcana 4’emîn a fîlmên navdewletî dike ku di 13’ê Mijdarê de  destpê bike dike. Komîteya amadekar heta niha hezar û 500 fîlm ji piranî dewletên cîhanê wergirtine û li gor mercên ku dê beşdar bibin vedibijêre û werdigerîne zimanên Kurdî û Erebî. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Koma Serdem a Hêzên Xweparastinê şanoyeke li navendê Waşûkanî ya bajarê Serêkaniyê pêkêş dike, saet 19:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Şêniyên bajarê Siweyda yê Sûriyê ji ber kombûna çopê di nav kolanan de bi gilî û gazinc in. Şênî dibêjin şaredarî bi erkên xwe ranabe û sozên wê tenê li asta çapemenî dimînin ne piratîk. Ji aliyê xwe şaredariyê îdia dike ku sedem jî,  derfetên kêm e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Mehleca pembo ya bajarê Hesekê li gor merc û mekanîzmayên ji hêla Rêveberiya Xweser ve hatine diyarkirin, amadekariya veçirandina berhema pembo dike. Mehlec dê heta 100 hezar ton pembo pêşwaz bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA