Şehîd Hemûd El-Elî hat oxirkirin

Bi sedan şêniyên gundewarên Dêrazorê ê şehîd Ebadî Hemûd El-Elî li Goristana Şehîd Xidir El-Hemade ya li gundê Ebû Xeşeb oxir kirin.

Şehîd Hemûd El-Elî hat oxirkirin
Şehîd Hemûd El-Elî hat oxirkirin
Şehîd Hemûd El-Elî hat oxirkirin
Şehîd Hemûd El-Elî hat oxirkirin
26 îlon, 2019   12:28
DÊRAZOR

Bi sedan şêniyên gundewarên Dêrazorê, endamên saziyên sivîl, saziyên leşkerî, endamên Meclisa Sivîl a Dêraozêr û endamên Meclisa Jinan cenazeyê şervanê QSD`ê Ebadî Hemûd El-Elî (Mezlûm Cezra) ku 25`ê Îlonê dema erka xwe pêk tanî şehîd bû li Goristana Şehîd Xidir El-Hemade ya li gundê Ebû Xeşeb oxir kirin.

Merasîm bi toraneke leşkerî ji aliyê şervanên QSD`ê ve hat lidarxistin. Paşê ji fermanarên QSD`ê Zagros Ehmed, bi navê malbatên şehîdan Xeldûn El-Xalid û bi navê Meclisa Ebû Xeşeb Casim El-Tebaş axivîn.

Di axaftinan de îşaret bi rola şehîdan û têkoşîna wan hat kirin her wiha hat tekezkirin ku ew ê destkefiyên ku bi saya şehîdan hatine bidestxistin, biparêzin.

Her wiha soza şopandina rêya şehîdan heta serkeftinê û pêkanîna aramî û ewlehiy li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate dayîn.

Paşê wesîqeta şehadetê hat xwendin û radestî malbata şehîd hat kirin. Di dawiyê de şehîd di nava tilîlî û dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re hate oxirkirin.

(bx)

ANHA