Qîrkirina rêyên bajarê Reqayê bidawî bû

Komîteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan a Meclisa Sivîl a Reqayê xebatên qîrkirina rêya Kornîş a bakurê bajarê bidawî kir.

Qîrkirina rêyên bajarê Reqayê bidawî bû
Qîrkirina rêyên bajarê Reqayê bidawî bû
Qîrkirina rêyên bajarê Reqayê bidawî bû
Qîrkirina rêyên bajarê Reqayê bidawî bû
Qîrkirina rêyên bajarê Reqayê bidawî bû
Qîrkirina rêyên bajarê Reqayê bidawî bû
26 îlon, 2019   08:09
REQA

Li bajarê Reqa û gundewarên wê xebatên qîrkirin û sererastkirina rêyan didome. Meclisa Sivîl a Reqayê ragihand ku qîrkirina rêya kornîş a bakurê bajêr bidawî kir. Dirêjahiya wê rêyê 4 km ji çerxerêya depoyên genim a aliyê rojhilat heta çerxerêya El-Firûsiye ya aliyê rojava

Di civîna ku projeyên qîrkirina rêyên bajarê Reqayê werin diyarkirin hat gotin dest bi qîrkirina rêya kornîş a başûrê bajarê Reqayê hate kirin. Hevserokê Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan a Meclisa Sivîl a Reqayê Ehmed Xelîl, Hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê Mişlib El-Derwîş û berpirsê xebatên sererastkirina rêyan Îsa El-Esaf beşdarî civînê bûn.

Di civînê de komîteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan ragihand ku wan dest bi qîrkirina rê ji bajarokê Hezîma yê bejahiya bakurê bajêr ber bi gundê El-Hikûmiye, kirin. Dirêjahiyê rê 17 km her wiha qalindbûna wê jî ne kêmî 10 cm ye.

Di civînê de Hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê Mişlib El-Derwîş got xebatên jinûve avakirina Reqayê didomin û dê bi saya keda şêniyên bajêr vegere mîna berê.

Tê zanîn ku xebatên qîrkirina rêyên sereke û şaxî li bajarê Reqayê bi temamî bidawî bûne niha jî rêyên gundewarên tê têne qîrkirin.

(bx)

ANHA