Serokwezîrê Ermenî: Tirkiyê hîna metirsiyeke mezin li ser ewlehiya ermenan çêdike

Serokwezîrê Ermenî Nîkol Başnyan got Enqere hîna jî metirsiyeke mezin li ser ewelhiya gelê ermenî çêdike.

Serokwezîrê Ermenî: Tirkiyê hîna metirsiyeke mezin li ser ewlehiya ermenan çêdike
26 îlon, 2019   08:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Erman di nîqaşa dewreya 74`an a Komeleya Giştî ya Netewên Yekbûyî ku roja çarşemê li New Yorkê bi rê ve çû, got hêj Enqere gefan li ewlehiya gelê Ermen dixwe.

Malpera Enmeniyan News ragihand ku Nîkol Başîniyan got ku du sînor ji her çar sînorên Ermeniyan hatiye girtin, ji wan sînorê bi Tirkiyê re ye ku ji beriya 30 salan ve hatiye girtin.

Nîkol wiha li axaftina xwe zêde kir, Tirkiyê bi redkirina diyalogên bi Ermeniyan re û li dijî gelê Ermen destekê dide Ezerbîcanê, gefan li ewlehiya Ermeniyan dixwe.

Tê zanîn ku hikumeta Tirkiyê di serdema Osmaniyan de û piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn, komkujî di der heqê gelê Ermen de pêk anîn, hin ji wan neçarî koçberkirinê bûn û hin ji wan jî bûn qurban, di encamê de ji milyonekî heta 1.5 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Tevî ku gelek dewletan û rêxistinên hikumî û ne hikumî îtîraf kirin ku Tirkiyê li dijî gelê Ermen komkujî pêk anîne, lê hikumeta Tirkiyê di nav de AKP`ê vê yekê red dike.

(eh)