Şêniyên El-Salhiyê:  Wê protestoyên me heta derketina Rejîmê bidomin

Şêniyên El-Salhiyê yên ji herêmên xwe koçber bûne tekez kirin ku dê protestoyên wan heta ku rejîma Sûriyê ji herêmên wan derbikeve, bidomin. Şêniyan gotin: “Milîsên Şîayê li malên me rûniştîne û em jî li kolanan dimînin. Ev jî guhartina demografî ye."

Şêniyên El-Salhiyê:  Wê protestoyên me heta derketina Rejîmê bidomin
26 îlon, 2019   05:24
DÊRAZOR

Rejîma Sûriyê binpêkirinan li ser şêniyên 6 gundên rojhilatê Dêrazorê didomîne. Rejîm nahêle şênî vegerin gundên xwe.  Şênî jî li dijî wan binpêkirinan xwepêşandanan pêk tînin. Şêniyan daxwaz kirin ku rejîma Sûriyê ji herêmên wan derbikeve.

Şêniyên gundên El-Salhiyê, Xeşam, Merat, Husêniyê û Hetla daxwaz kirin ku rejîma Sûriyê ji gundên wan derbikeve, da ku vegerin warên xwe. Di vê derbarê de nûçegihanê ajansa me hevpeyvîn bi şêniyan re çêkir. Şêniyan diyar kirin ku bicihkirina milîsên şîa yên Iraq û Îranê li gundên wan guhartineke demografî ye.

Şênî piştî nimêja înê ya bi navê îneya rizgarkirinê xwepêşandan lidar xistin. Her wiha jî şêniyan soz da ku dê heta derketina rejîma Sûriyê ji herêmên wan, çalakiyan li dar bixin.

Hac Kerîm Abdullah ê koçberê gundê Salhiyê got: "Şêniyên gund koçberî çolistana Dêrazorê bûne. Ji bilî kon û malên heriyê, tu cih û mal tune ne. Em dixwazin vegerin malên xwe û ew jî mafekî rewa ye."

Koçber Hemûd Xidir tekez kir ku şênî heta vegerin malên xwe dê çalakiyên xwe bidomînin û wiha lê zêde kir: "Dê heta derxistina rejîma Sûriyê ji herêmên me, em ê çalakiyan li dar bixin."

Koçbera bi navê Terfa Xelef derbarê rûdanên li gundên wan ên ku jê koç bûne de wiha domand:"Em dixwazin vegerin warên xwe. Em ji koçberî û penaberiyê westiyan û milîsên Şîayê jî li gund û malên me kêfxweş in."

Tevî lidarxistina şêniyan a çalakiyên aştiyane di vê hefteyê de, lê hêzên rejîma Sûriyê yên li bendên kontrolê, xwepêşanadan bi guleyan pêşwaz kir.  Di encamê de 2 şênî hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn.

(fr)

ANHA