El-Selac: Wê komîteya destûrê bibinkeve

Endamê Desteya Fermandariya Partiya Nûjen û Demokratîk li Sûriyê derfetên serketina xebata komîteya destûrê ya ku hatiye ragihandin, kêm dît. Her wiha diyar kir ku mekanîzmaya ku pê komîte hatiye avakirin û tunebûna nûnerên Rêveberiya Xweser tê, dê bibe sedemên binkeftina komîteyê.

El-Selac: Wê komîteya destûrê bibinkeve
26 îlon, 2019   05:04
QAMIŞLO-SILAVA ABDUREHMAN

NY’yê roja duşema borî avakirina komîteya destûra Sûriyê ragihand. Dê tê de 150 kesayet beşdar bibin. Wê kesayetên alîgirên rejîma Sûriyê, kesayetên girêdayî Tirkiyê û yên dîtir jî ji hêla dewletên destwerdêrên Sûriyê, beşdarî komîteyê bibin.

Civaka navdewletî dîsa çareseriya Sûriyê asteng kir. Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate paşguhkirin. Weke çawa di pir civînên navdewletî mîna Cinêvê û yên dîtir de hatine paşguhkirin.

Derbarê sedemên beşdarnekirina nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya di mekanîzmaya formekirina destûra Sûriyê de, endamê Desteya Fermandar a Partiya Nûjen û Demokratîk li Sûriyê Îbrahîm El-Selac axivî. El- Selac got: "Metirsiya Rejîm û opozîsyona Sûriyê ji tecrûbeya Rêveberiya Xweser ku dê li tevahî herêmên Sûriyê belav bibe, ji sedemên girîntirîn e."

El-Selac wiha lê zêde kir: "Tunebûna nûnerên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya ku tê de bi milyonan sûrî hene, ji ber metirsiya Rejîm, hêzên herêmî û yên destwerdanê Sûriyê dikin ji tecrûbeya Rêveberiya Xweser e ku li tevahî xak Sûriyê pêk bê. Ev tecrûbe, tê de biratiya gelan, kûrahiya demokatîk û nirxên hevkarî û hezkirinê heye."

Derheqê çarenûsa komîteya destûrê de wiha El-Selac axivî: "Ne ji encamname û biryarên Cinêvê bû ku komîteya destûrê bê avakirin. Lê 4 biryarên Cinêvê yên bi hejmara 2254, mekanîzmaya veguhastina siyasî, piştre veguhastina ber bi destûra Sûriyê ve bû. Lê belê îro, veguhastina siyasî tune û komîteya destûr hatiye avakirin. Tê dîtin ku ev komîte dê ber bi rêyeke girtî ve biçe. Ew jî ji ber mekanîzmaya ku destûr pê hatiye avakirin."

El-Selac di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Destwerdana hêzên derve di dosyeya Sûriyê de hişt ku rejîma Sûriyê û qaşo opozîsyon di zihniyeta dûrxistinê de israr bike.”

(fr/bm)

ANHA