Li Hesekê çalakiya Meclisa Jina Sûriyê

Meclisa Jina Sûriyê çalakiyên xwe yên cihereng ên ku bi boneya Roja Aştiyê ya cîhanî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê daye destpêkirin didomîne. meclisê îro çalakiya pêşendana cilên gelêrî yên tevahiya pêkhateyên kantona Hesekê li dar xist.

Li Hesekê çalakiya Meclisa Jina Sûriyê
Li Hesekê çalakiya Meclisa Jina Sûriyê
Li Hesekê çalakiya Meclisa Jina Sûriyê
Li Hesekê çalakiya Meclisa Jina Sûriyê
Li Hesekê çalakiya Meclisa Jina Sûriyê
Li Hesekê çalakiya Meclisa Jina Sûriyê
25 îlon, 2019   18:25
HESEKÊ

Bi boneya Roja Aştiyê ya cîhanî Meclisa Jina Sûriyê bi hevkariya Desteya Çand û Perwerdeyê û Yekîtiya Rewşenbîran a herêma Cizîrê çalakiyên cihereng bi dirûşmeya `Di baweriya bi rola jinê de di avakirina aştiya demdirêj de` li dar dixe.

Di nav wan çalakiyan de meclisê îro çalakiya pêşendana cilên gelêrî li Navenda Xabûr a Çand û Hunerê ya bajarê Hesekê li dar xist. Di çalakiyê de cilên gelêrî yên tevahiya pêkhateyên herêmê hate pêşendan.

Hevseroka Meclisa Giştî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya Rêveberiya Xweser Sîham Qeyro, serokê Komeleya Suryanî ya Çandî li Sûriyê Ibrahîm Qis Ibrahîm û hevseroka Komîteya Çand û Hunerê ya kantona Hesekê Efaf Hesekî tevî bi dehan ji şêniyên bajarê Hesekê tev li çalakiyê bûn.

Çalakî bi pêşendana cilên gelêrî yên kultura suryanî, erebî û kurdî destpê kir. piştre koma Tolhildan a girêdayç Navenda Xabûr a Çand û Hunerê ya bajarê Hesekê berhemên xwe yên hunerî pêşkêş kirin.

(şx)

ANHA