Xelkê Helebê nerazîbûn nîşanî biryara rûxandina avahiyan a bêtawîz

Xelkê Helebê nerazînbûn nîşanî biryara meclisa bajar a rûxandina 900 avahiyên ber bi hilweşînê ve dan ku tawîzan nade xwediyên wan.

Xelkê Helebê nerazîbûn nîşanî biryara rûxandina avahiyan a bêtawîz
24 îlon, 2019   15:31
HELEB-MIHEMED EBDO

Bi encama şer û topbarana di navbera hêzên rejîma Sûriyê û komên çete yên li taxên bajarê Helebê de, gelek avahî zirar dîtin.

Herî zêde avahiyên li beşê rojavayê bajarê Helebê ku heta dawiya sala 2016‘an di bin serweriya komên çete de mabûn û bi çekên giran û balafirên hatin bombebarankirin, ziyan dîtin.

Meclisa Bajarê Helebê piştî derketina komên çete biryara rakirina zêdetirî 900 avahiyên ber bi hilweşînê ve bêyî ku tawîzan bidin xwediyên wan stand.

Çavkaniyên ji herêmên di bin serweriya rejîmê de  ji ajansa ANHA’yê re aşkere kirin ku rejîmê hişyariya valakirina zêdetirî 70 malî li taxa Sukerî da, da ku bên hilweşandin. Her wiha biryara rûxandina 70 malî li taxa Sûkeriyê da ku rêyeke otostrad were vekirin. Çavkaniyan diyar kirin xwediyên van malan ji hêla rejîmê ve nayên tawîzkirin û cihekî demkî ji wan re nehate peydakirin.

Li gorî çavkaniyan şêniyên bajarê Helebê nerazîbûn nîşanî vê biryarê dan û xwestin ku tawazî ji wan re bê dayîn.

(fr)

ANHA