Şerê hêzên rejîmê û çeteyan didome: Rejîmê nuqteyên nû kontrol kirin

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku li bejahiya Idlibê anku li bakurê rojhilatê Xan Şêxûn, di navbera hêzên rejîmê û komên çeteyan de ku dewleta Tirk destekê dide wan, şerekî dijwar rû da û hêzên rejîmê gelek nuqteyên nû bi dest xistin.

Şerê hêzên rejîmê û çeteyan didome: Rejîmê nuqteyên nû kontrol kirin
24 îlon, 2019   11:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêmên qaşo bêçek agirbesta yekalî di roja xwe ya 25`mîn de ye. Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku di saetên derengiya şevê de li bejahiya başûrê Idlibê anku li eniyên Til Cafer ên li bakurê rojhilatê bajarê Xan Şêxûn, şerekî dijwar di navbera hêzên rejîmê û komên çete yên girêdayî Tirkiyê de rû da.

Navendê diyar kir ku hêzên rejîmê bi pêş de çûn û li derdora gir gelek nuqteyên nû bi dest xistin û di encama şer de 4 leşkerên hêzên rejîmê û 2 çete hatin kuştin.

Hêzên rejîmê Rekayê, Secna, Hîş ên li başûrê Idlibê û eniyên Kebanê yên li bejahiya Laziqiyê topbaran kirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê duh bi şev nobetdariya firokeyên hêzên rejîmê di avêtina bermîlan li eniyên bakurê Laziqiyê anku li eniyên Kebanê belge kir, her wiha çalakvanên navendê topbarana hêzên rejîmê ji herêmên bejahiya rojava û başûrê Helebê belge kirin, di heman demê de hêzên rejîmê eniyên Ketîbê yên wêrankirî yên li bejahiya rojhilatê Idlibê, derdora bajarê Meret Nûman, Dêr Şerqî, gundê Bersa, Meret El-Sîn, Neqîr, Meret Herma, Rekayê, Şêx Mistefa, Marzêta ya li başûrê Idlibê û eniyên Kebanê yên li bakurê bejahiya Laziqiyê  topbaran kirin.

Komên çeteyan jî nuqteyên hêzên rejîmê yên li eniyên bajarokê Medayê yên li bejahiya başûrê Idlibê bi topavêjan kirin hedef.

4 hezar û 155 kes bûn qurbanî

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku li herêmên qaşo bêçek ji 30`ê Nîsanê ve 4 hezar û 155 kesan, di nav wan de hezar û 66 sivîl di encama êrîşên  balafirên Rûsyayê, balafirên rejîmê û bombebarana bejahî ya di navbera hêzên rejîmê û çeteyên Tirkiyê de jiyana xwe ji dest daye.

(eh)