Rojeva rojnameyên erebî yên îro

Rojnameyên erebî yên îro behsa rewşa Sûriyê, aloziya di navbera Îran û DYA’yê de û pêşketinên li Misrê kir.

Rojeva rojnameyên erebî yên îro
24 îlon, 2019   08:44
NAVENDA NÛÇEYAN

El-Ereb: Guterres avakirina komîteya destûrê ya Sûriyê ragihand

Rojnameya El-Ereb behsa rewşa avakirina komîteya destûra Sûriyê kir û got: “Sekreterê giştî yê NY`yê Antonio Guterres roja duşemê ragihand ku komîteya destûrê ya taybet bi Sûriyê hate avakirin û wê di çend hefteyên pêş de dest bi karê xwe bike, da ku şerê ji sala 2011`an ve rû dide, bi dawî bike.

Guterres li navenda rêxistina navneteweyî ji rojnamevanan re got, bi erêkirina rejîma Sûriyê û komîteya dan û standinê ya girêdayî opozîsyonê, komîteyek bi bawerî û hevsengî û bi serpereştiya navneteweyî, hate avakirin. Her wiha Guterres ragihand ku wê komîteya amadekirina destûrê di nava çend hefteyên pêş de, civîna xwe ya yekemîn li dar bixe.

Antonio Guterres wiha lê zêde kir: “Tê payîn ku komîte ji 150 endaman pêk were, jê 50 endam wê Şam wan hilbijêre, 50 jî oposzîsyon û 50’yên din jî wê nûnerê navneteweyî yê NY’yê hilbijêre. Di komîteyê de, nûnerên Rêveberiya Xweser a Kurdî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê cihê xwe tê de nagire, Rêveberiya Xweser jî di daxuyaniya roja duşemê de got dûrxistina wê ne adil e. Rêveberiya Xweser herêmeke berfireh li Bakur û Bakur û Rojhilatê Sûriyê kontrol dike.

Guterres got: “Tevî avakirina komîteyê, lê nakokî di navbera opozîsyon û rejîmê de der barê mekanîzmaya ewlehiyê û belavkirina erkan di navbera endaman de heye. Opozîsyon dixwaze destûreke nû çêke lê desthilata Sûriyê jî tenê dixwaze destûra heyî biguherîne.”

El-Beyan: Trump hewldanên Macron ên navbeynkariya ji bo aloziya bi Îranê re red dike

Têkildarî rewşa Îranê, rojnameya El-Beyan got: “Serokê DYA’yê Trump hewldanên serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ên navbeynkariya di navbera DYA û Îranê de ji bo aloziya di navbera her du welatan de, red kir. 

Trump ji dervayî civînên NY`yê duh roja duşemê, ji rojamevanan re got: “Pêwîstiya me bi navbeynkariyê tune ye… Macron hevalê min e, lê em li navbeynkariyan nagerin.”

Trump got di rojeva wî de civîn bi serokê Îranê re Hesen Rûhanî re di vê hefteyê de tune ye, lê ne dûr e li New Yorkê ew bi wî re bicive.”

El-Îmaret El-Yewm: Lûtkeya Misr, Urdun û Iraqê teqezî li ser piştgiriya bi Siûdiyê re li hemberî êrîşan kir

Têkildarî nakokiya di navbera Erebistana Siûdî û Îranê de rojnemeya El-Îmaret El-Yewm got: "Lûtkeya Misr, Urdun û Iraqê ku li New Yorkç li dar ket, piştevaniya bi Siûdiyê re der barê êrîşên ser navendên wê yên petrolê teqez kir."

El-Diyar: Tirkiye, Qeter û Îsraîl li pey tevgerên li kolanên Misrê ne

Têkildarî rewşa Misrê rojnemeya El-Diyar wiha nivîsand: "Hate tespîtkirin ku Tirkiye, Qeter û Îsraîl li pişt tevgerên li kolana Misrê disekinin û Qeter, Tirkiye û Îsraîl bi milyonan dolar xerc kirine da ku Misrê tevlihev bikin û derbeyê li îstiqrara Misrê bixin, li dijî serokê Misrê Ebdulfetah El-Sîsî.”

El-Îtihad: Şerê rizgarkirina Terablusê derbasî qonaxa xwe ya dawîn bû

Têkildarî rewşa Lîbyayê rojnameya El-Îtihad wiha nivîsand: "Hêzên artêşa Lîbyayê di roja sêyemîn de pêşketina xwe li derdora Terablusê û taybet li Ezîziyê dewam dike, di demekê de ku hilweşandin û vekişandina çekdarên hikumeta El-Wîfaq pêk tê.

Idrîs Madî fermandarê herêma leşkerî ya rojava yê artêşa Lîbyayê ji rojnameyê re got tevgerên dawîn ên hêzên artêşa Lîbyayê pêvajoya dawîn e ku hêzên çekdar ji bo rizgarkirina Terablusê ji çete û çekdaran tê de tev digerin.”

El-Ereb: Babacan dosyayên gendeliyê tîne pêşberî Erdogan

Der barê rewşa Tirkiyê de rojnameya El-Ereb wiha got: "Wezîrê aborî û karên derve yê berê yê Tirkiyê Alî Babacan, serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan bi şeklê zeîf ku nikare ji dosyayan fêm bike, bi nav kir û got tu rê li pêşiya wî tune ne, tenê gotinên bikaranîna şîdetê li dijî ya li hemberî xwe nîşan dide."

Babacan gelek pirsên aborî ji Erdogan pirs kirin, tê de behsa binketin û aloziya aboriya Tirkiyê kir û wiha pirs kir: "Di 17 salên desthilata AKP`ê de 2 trilyon dolar bac, 70 milyar dolar, 500 milyar dolar deyn… kanê ev pere?"

(jo)