Navenda Kehrebeyê ya Girkê Legê xizmeta navenda navçeyê û 44 gundan dike

Navenda Kehrebeyê ya Girkê Legê xizmeta navenda navçeyê û 44 gundên girêdayî wê dike. Navend torên kehrebeyê sererast dikin û çavdêriya wan dikin.

Navenda Kehrebeyê ya Girkê Legê xizmeta navenda navçeyê û 44 gundan dike
Navenda Kehrebeyê ya Girkê Legê xizmeta navenda navçeyê û 44 gundan dike
Navenda Kehrebeyê ya Girkê Legê xizmeta navenda navçeyê û 44 gundan dike
Navenda Kehrebeyê ya Girkê Legê xizmeta navenda navçeyê û 44 gundan dike
24 îlon, 2019   09:10
QAMIŞLO-LÎNA CANKÎR

Navendên elektrîkê (kehrebe) yên li bajar û navçeyên herêma Cizîrê pirsgirêkên torên kehrebeyê sererast dikin û li gorî nobetan bi şev û roj çavdêriya wan dikin. Her wiha dema ku pirsgirêkên elektrîkê çêdibin, banga şêniyan bi cih tînin.

Di salên aloziya Sûriyê de ziyanên mezin gihîştin beşa elektrîkê, di encamê de elektrîk li piranî herêmên Sûriyê qut bûbû.

Tevî ku rewş li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê cuda ye, Rêveberiya Xweser alîkariya sînorek ji pirsgirêkên qutbûna elekrtîkê re danî. Lê di salên borî di hin demên diyar ji rojê elektrîk qut dibû. Ji bo ku stasyonên elekrtîkê yên heyî pêdiviya tevahî bajarên herêma Cizîrê nedikarî dabîn bike.

Di heman demê de navendên elektrîkê yên li bajar û navçeyan radeyeke mezin pirsgirêka qutbûna elekrtîkê çareser kir. Ew jî bi rêya çavdêrî, çêkirina tor û bersivdana bangên awarte, hatin çareserkirin.

Bi başbûna rewşên beşa elektrîkê re barê navendên awarte giran bû. Li navçeya Girkê Legê Navenda Elektrîkê girêdayî Gerînendetiya Elekrtîkê ya Herêma Cizîrê ye, navend di dirêjahiya rojê de dixebite da ku elektrîk bigihîje tevahî şêniyên navçe û gundewarên wê.

Di navendê ve 26 karmend ji rêveber, pîşesaz, karker û beşa fatureyan dixebitin.

Navend bi rêya kargehên xwe yên pîşeyî çavdêriya çêkirina torên elektrîkê yên navenda navçe û 44 gundên girêdayî wê dike.

Di navendê de beşa toreyan heye ku ji 8 endaman pêk tê. Erkê vê beşî sererastkirin û çavdêriya toreyan e. Di demên pirgirêkên elektrîkê de çêdibin dimldest mudaxel dikin û pirsgirê çareser dikin. Li aliyekî din jî çavdêriya bergiriyên lêkolînên xwestekên şêniyan ên birina nû ya elektrîkê, dikin.

Ji bo bersivdana bangên şêniyan nobeta şevê

Li gor pîşesazê beşa toreyan Dilgeş Haco, navend rojane nobeta şevê bi rêxistin dike da ku di demên awarte yên girêdayî pirsgirêkên elektrîkê mûdaxele bike û çareser bik. giliyên şêniyan wergirin û bersivê bidin bangên şêniyan di dema xirabûnekê yan jî pirsgirêkên awarte de.

Haco bal kişand ku pêdiviya navendê bi alavên dîtir heye da ku xebat bi awayekî baş bimeşe. Her wiha li navendê selikek û 6 motorsiklêt hene. 4 jê ji bo beşa fatureyan û 2 jî ji beşa toreyan r ne.

Her wiha Haco got ku pêwîstiya navendê bi alaveke kolandinê, loder û alavek barkirin û veguhastian stûnên elektrîkê û bicihkirina wan heye.

Hevseroka Navenda Elektrîkê ya Girkê Legê Zozan Ehmed tekez kir ku beşa elektrîkê di van mehan de baş bûye û îşaret pê kir ku elektrîk tenê di rewşên awarte yan jî xirabûnekê de, qut dibe.

Beşa fatureyan

Rayedarên beşa fatureyê (cîbaye) tekez kir ku ew fatureyên çêkirinê ji şêniyan bi mîqdar hezar lîreya Sûriyê her 2 mehan werdigirin. Ev jî tenê fatureyên sembolîk in ku bi hedefa dabînkirina bodceyên çêkirinê ne. Li gor rayedaran, şênî di dema xwe de fatureyên xwe didin. Lê kesên muxalîf der barê wan de biryarên qanûnî têne girtin.

Lê pirsgirêka ku li pêşberî xebata navenda elektrîka Girkê Legê heye, xerçkirina zêde ya elektrîkê ye. Bi başbûna rewşa beşa elektrîkê re, hin kesan (kilîta 10 ampêr) rakirin û alavên elektrîkê yên zêde elektrîkê dixwe, bi kar tînin. Ev jî zextekê li toran çêdike û xirab dike.

Rayedarên navenda elekrtîkê ya Girkê Legê bang li tevahî şêniyên ku elektrîk xerç nekirin, di rojê de çireyan pênexin. Li gor sîstema kilîtan tev bigerin da ku zirar negihîje elektrîkê.

(fr)

ANHA