Li Swêdê salvegera 16`emîn a damezirandina PYD`ê hat pîrozkirin

Kurdistaniyên li bajarê Helsingborg ê Siwêdê salvegera 16`emîn a damezirandina PYD`ê pîroz kir.

Li Swêdê salvegera 16`emîn a damezirandina PYD`ê hat pîrozkirin
22 îlon, 2019   11:13
SIWÊD

Bi dehan kurdistaniyên li bajarê Helsingborg û Sikone yê Siwêdê salvegera 16`emîn a damezirandina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) pîroz kir.

Di şahiyê de ji berpirsên PYD`ê li Siwêdê Çekjîn Ehmed axivî û salvgera 16`emîn a damezirandina PYD`ê li beşdaran pîroz kir. Her wiha îşaret bi têkoşîna partiyê ji bo pêkanîna pîvana biratiya gelan û jiyana hevbeş li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Çekjîn di axaftina xwe de behsa qonaxên girîng ên ku PYD tê re derbas bûye, kir û soza şopandina rêya şehîdan da.

Di dawiyê de Koma Qamişlo şanoyek pêşkêş kir, her wiha hunermend Şîlan Kobanê û Mûrad Kobanê stranên şoreşgerî gotin.

(bx)

ANHA