Şêniyên Kobanê salvegera damezirandina PYD‘ê pîroz kir

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê salvegera 16‘emîn a damezirandina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) pîroz kir.

Şêniyên Kobanê salvegera damezirandina PYD‘ê pîroz kir
Şêniyên Kobanê salvegera damezirandina PYD‘ê pîroz kir
Şêniyên Kobanê salvegera damezirandina PYD‘ê pîroz kir
Şêniyên Kobanê salvegera damezirandina PYD‘ê pîroz kir
Şêniyên Kobanê salvegera damezirandina PYD‘ê pîroz kir
Şêniyên Kobanê salvegera damezirandina PYD‘ê pîroz kir
Şêniyên Kobanê salvegera damezirandina PYD‘ê pîroz kir
21 îlon, 2019   17:38
KOBANÊ

Rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya kantona Kobanê salvegera 16‘emîn a damezirandinê pîroz kir.

Pîrozbahî li qada Şehîd Egîd bi beşdarûna endamên saziyên sivîl, şandeyek Rêveberiya Xweser, YPG û YPJ û gaziyên şer hate lidarxistin.

Piştî deqeya rêzgirtin endamê Meclisa Giştî ya PYD‘ê Ebdulkerîm Saroxan axivî. Saroxan di axaftina xwe de şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr anîn û got, PYD‘ê tevî hemû komployan roleke siyasî sereke di şoreşa Rojava de list.

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herîma Firatê Arif Balî jî salvegera damezirandina PYD‘ê pîroz kir û bi partiya şehîdan bi nav kir.

Pîrozbahî bi gerandina xelekên dîlanan li ber stranên navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido bi dawî bû.

ANHA