Rêveberiya Xweser nirxê kirîna pembo diyar kir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nirxê kirîna berhema pembo ji cotkaran diyar kir, her wiha 5 navend ji bo wergirtinê amade kirin.

Rêveberiya Xweser nirxê kirîna pembo diyar kir
21 îlon, 2019   13:34
EYN ÎSA

Civîn li navenda Desteyên Rêveberiya Xweser a navçeya Eyn Îsa bi beşdarbûna Hevserokê Meclisa Rêveber Ebdil Hamid El-Mihbaş û cîgirên hevserokatiyê hate lidar xistin.

Her wiha hevserokên Desteya Aborî û Çandiniyê Selman Barodo û Emel El-Xizîm, Hevserokên Desteya Darayî Welat Hac Elî û Selwa El-Seyd û nûnerên Yekitiyên giştî yên cotkaran di 7 rêveberiyan de amade bûn.

Di destpêka civînê de, Hevserokê Meclisa Rêveber Ebd Hamid El-Mihbaş nirxê kîlo giramê pembo ku bi 330 lîreyên sûrî ye diyar kir û destnîşan kir ku ev nirx, nirxê ku komîteya ku ji aliyê Rêveberiya Xweser hatiye erkdarkirin ji bo danîna kirînê, diyar kir.

El-Mihbaş wiha got: " Nirxê herî kêm ê kirîna pembo dê bi 320 lîreyên sûrî be û dê ne zêdetir û ne jî kêmtir be."

Ji bo navendên wergirtina pembo, El-Mihbaş wiha got: "Rêveberiya Xweser 5 navend diyar kirin, ew jî navenda El-Mehlec li Hesekê, Mebrûka li Serêkaniyê, navenda 10 km li Dêrazorê, Selihbiyê li Reqayê û navenda Çelebiyê li Kobanê."

Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê da zanîn ku radestkirin ji 25`ê vê mehê dest pê dike, radestkirina fatoran ji 20 rojan piştî radestkirina pempo dê bê dayîn.

Di dawiya civînê de beşdaran ev biryar erê kirin.

(jo)

ANHA