DYA hêza xwe li Kendavê zêde dike

DYA’yê ragihand ku li ser daxwaza Erebistana Siûdî û Îmarata Erebî dê hêza teqwiyeyê bişînin Kendavê.

DYA hêza xwe li Kendavê zêde dike
21 îlon, 2019   08:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê parastinê yê DYA’yê Mark Esper bi bîr xist ku hema Hezîranê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve balafireke keşfê ya Amerîkayê hate xistin û desteserkirina keştiyekî Brîtanyayê û bal kişand ser êrîşa 14’ê Îlonê ya li dijî du xetên petrolê yên stratejîk ên Erebistana Siûdî.

Esper got ev êrîş nûnertiya zêdebûna êrîşên Îranê dike û wiha pê de çû: “Ji bo pêşîlêgirtina aloziyeke Erebistana Siûdî bi armanca parastina bingehê qraliyetê piştgiriya navneteweyî xwest. Îmaratê jî piştgiriyek xwest.”

Mark Esper got li ser daxwazên her du welatan ew ê hêza teqwiyeyê bişînin Kendavê. Têkildarî hejmara yekîneyên leşkerî û tîmên werin şandin ti agahiyek nehate dayîn.