Hêzên rejîmê êrîş kir: 2 kes mirin, hejmarek birîndar bûn

Hêzên rejîma Sûriyê êrîşî xwepêşandana şêniyên bakur û rojhilatê Dêrazorê kir. Di encamê de 2 kes hatin qetilkirin û hejmareke din birîndar bûn.

Hêzên rejîmê êrîş kir: 2 kes mirin, hejmarek birîndar bûn
20 îlon, 2019   19:13
DÊRAZOR

Îro xelkên herêma Salihiyê ya gundewarên rojavayê Dêrazorê ku li beramberî herêmê di bin serweriya hêzên rejîma Sûriyê de ye, ji bo ku hêzên rejîmê ji gundên wan derkevin û şênî vegerin malên xwe xwepêşandanek li dar xistin.

Nûçegihanên me ji herêmê ragihand ku hêzên rejîma Sûriyê gule avêtin xwepêşandêran. Di encamê de 2 kes hatin qetilkirin, navê wan ev in "Hemed Cedan El-Edad ji gundê Cedîd Begara ye û Ebdulrezaq El-Rehîm".

Her wiha hejmarek din jî birîndar bûn, di nav de du endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn e. Li gorî agahiyan ji birîndaran rewşên kirîtîk hene.

Hêzên rejîmê hejmarek xwepêşandêr girtin û ew birin cihekî ne diyar.

Tê gotin ku li herêmê alozî heye.

ANHA