‘Em ji bo parastina welat ji her tiştî re amadene‘

Bi dehan şêniyên navçeya Tirbespiyê beşdarî merasîma şervanê QSD`ê Yasir El-Hisawî bûn. Şehîd El- Hisawî li Goristana Şehîd Dilşêr a gundê Digurkê hat veşartin.

‘Em ji bo parastina welat ji her tiştî re amadene‘
‘Em ji bo parastina welat ji her tiştî re amadene‘
‘Em ji bo parastina welat ji her tiştî re amadene‘
19 îlon, 2019   14:31
QAMIŞLO

Bi dehan şêniyên navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo, beşdarî merasîma xiyabî ya şervanê QSD`ê Yasir El-Hisawî bûn. Merasîma xiyabî li Goristana Şehîd Dilşêr a li gundê Digurkê yê navçeya Tirbespiyê hat lidarxistin. Şervanê QSD`ê Yasir El-Hisawî di pêngava rizgarkirina bajarê Reqayê de şehîd bûbû.

Merasîm bi rêzgirtin destpê kir, her wiha şervanên YPG`ê toreneke leşkerî lidar xistin.

Paşê ji fermandarên YPG`ê Farûq El-Hebîb axivî û got: “Zarokên herêmê dagirkerî red kirin û di oxira wê de bi hezaran şervanan canê xwe feda kirin. Her wiha got ewê ji bo rizgarkirina welatê xwe gelek tiştan feda bikin.”

Ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Tirbespiyê Abdullhelîm Hesen axivî û anî ziman:"Em deyndarê şehîdên xwe ne. Em soz didin ku em ê heta dawiyê şopdarên rêya wan bin. Her kesê bi xaka welatê xwe ve girêdayî ye, cihê rêzdariyê ye." Hesen di axaftina xwe de bang li hemû penaberên li dervî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li welatê xwe vegerin.

Birayê şehîd Qusey Hisawî axivî û tekez kir ku ew ji bo parastina welatê xwe ji her tiştî re amedene.

Paşê bawernameya şehadetê hat xwendin û radestî malbata şehîd hat kirin.

Merasim bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.

(bx)

ANHA