Di çarçoveya hemleya Kongreya Star de.. pêşengeha li Şehba

Bi dirûşmeya ‘Bi çanda xwedawend dayîk û hunera azad, em ê Efrînê rizgar bikin’ tevgera Kevana Zêrîn pêşengeheke wêneyan li kampa Serdem li dar xist.

Di çarçoveya hemleya Kongreya Star de.. pêşengeha li Şehba
Di çarçoveya hemleya Kongreya Star de.. pêşengeha li Şehba
Di çarçoveya hemleya Kongreya Star de.. pêşengeha li Şehba
Di çarçoveya hemleya Kongreya Star de.. pêşengeha li Şehba
Di çarçoveya hemleya Kongreya Star de.. pêşengeha li Şehba
Di çarçoveya hemleya Kongreya Star de.. pêşengeha li Şehba
19 îlon, 2019   14:39
ŞEHBA

Kongreya Star di rêxistinkirina rêzeçalakiyên di çarçoveya hemleya ‘Xaka xwe biparêzin, dawiya dagirker û DAIŞ`ê bînin’ dewam dike.

Di çarçoveya hemleyê de tevgera Kevana Zêrîn pêşengeheke wênexêziyê li kampa Serdem a kantona Şehbayê li dar xist, tê de şêniyên kampê û nûnerên saziyên civaka sivîl amade bûn.

Pêşengeh ji 31 tabloyên hunerî bi pênûsa risas yên herdu şêwekaran Biharîn Sîno û Sebah Elî ne, mijarên wê cuda bûn, ku behsa berxwedana Efrînê û şêniyan û wêneniyên şehîdan bûn.

Tê payîn ku pêşengeh heta seatên êvarê bidome.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Kongreya Star di rêzeçalakiyên xwe de dewam dike.

ANHA