Şandeya Brîtanî serdana xwe bidawî kir

Tevgera Civaka Demokratîk ji şandeya Birîtanî xwest ku destek dibe yekîtî û navendên wê. Şandeyê jî tekez kir ku ew ê destekdayîna ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê re berdewam bike.

Şandeya Brîtanî serdana xwe bidawî kir
Şandeya Brîtanî serdana xwe bidawî kir
Şandeya Brîtanî serdana xwe bidawî kir
Şandeya Brîtanî serdana xwe bidawî kir
19 îlon, 2019   14:14
QAMIŞLO

Şandeya Brîtanî di 16’ê Îlonê de serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Di serdana xwe de serlêdana gelek saziyên Rêveberiya Xweser kir. Îro di saetên nîvro de, li navenda TEV-DEM`ê ya li Qamişlo, bi rêveberên TEV-DEM’ê re civiya.

Şandeya Brtînaî ji endamê parlementoya Partiya Karkeran Liwîd Rosîl Miwîl, Nûnerê Partiya Karkeran a Birtînaî di meclisa Lord de Lord Mores Kilsiman, nûnerê partiyên muhafizîn û karkeran Seymin Diyobinz, Wobin Norman, Clear Bekir, Woriyan Fleacer,Widan Cebace, Bambos Carlomiz û Cirsten Bilant pêk dihat.

Her wiha hevserokatiya TEV-DEM`ê Xerîb Hiso, Zelal Ceger, hevseroka Yekîtiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Xedîca Îbrahîm, Hevserokê Yekîtiya Bijîşkan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ehmed Yûsif, hevserokê Yekîtiya Kedkaran Şêro Şero, hevserokê Yekîtiya Mamosteyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Îbrahîm Ereb, hevserokê Yekîtiya Endeziyaran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedirxan Hisên, Berpira Buroya Jin Taz Baş, hevseroka Rêxsitina Mafên Mirovan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Evîn Cûma û berpirsê Rêxistina Mafên Mirova şaxê Efrîn û Şehba Îbrahîm Şêxo beşdarî civînê bûn.

Di civînê de rêxistinkirina şêniyan di saziyên civaka sivîl de ji yekîtî û navendan hat nîqaşkirin. Ev yek jî rêveberiya civakê û nûnertiya hemû beşên civakê ku xwe bi xwe bi rêve bibe û nûnertiya xwestek û pêşniyaran li gel rêveberiyê hatin nîqaşkirin.

Di civînê de hevserokatiya TEV-DEM`ê Xerîb Hiso û Zelal Ceger derbarê girîngiya serdanê de axivîn û gotin pir girînge ji ber hejmareke mezin ji parlementer û nûnerên partiyên siyasî li Birîtaniyayê di nava şandeyê de hene. Hevserokatiya TEV-DEM`ê diyar kir ku sîstem û avakirina wan bi destpêka tevgera aştiyane li Sûriyê û tevlîbûna hemû beşên civakî ji Kurd, Ereb û Suryan diyar kir û rola wê di avakirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de sereke bû. 

Her wiha hevsrokatiya TEV-DEM`ê di axaftina xwe de behsa kiriyarên ji xirakirin, rûxandina ji ber terorîstan, rola hêzên leşkerî ya mezin ji YPJ/YPG`ê û QSD`ê di rizgarkirin û parastina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de kir. Her wiha rola wê ya sereke di têkbirina terorê de û wiha hat gotin:"Em hevkariya di navbera QSD`ê û Koalisyona Navdewletî ya li dijî terorê nas dikin. Hevkarî bi armanca ku teror venegere û zihniyeta wan têk biçe, berdewam dike."

Hevserokatiyê diyar kir ku ew ji hemû pêşbênî û pêşniyarên ji dewletên hevalbend û saziyên sivîl re vekirîne, ku armanca wan pêşxistina aliyê sivîl û saziyên civakî be. Her wiha îşaret bi girîngiya alîkariya parlementera Brîtanî, navned û saziyên civaka sivîl li Birîtaniyayê ku destek bidin saziyên civaka sivîl li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Şandeya Brîtanî jî

Şandeyê bi rêya nûnerên navendan sivîl li Brîtaniyayê tekez kir ku ew ê destek bide saziyên TEV-DEM`ê û dê bi saziyên wê re di nava têkiliyê de be da ku ji tecrûbeyên hev sûd werbigirin û xebatên saziyan li ser esasê avakirina tecrubeyan baş bibe.

Di dawiya de şandeya Brîtanî ji bajarê Qamişlo berê xwe dan korîdora Sêmalkayê da ku vegere Brîtaniyayê. Serdana şandeyê 4 rojan dewam kir. Tê payîn ku îro şande derbasî Başûrê Kurdistanê bibe.

(bx)

ANHA