Li Dirbêsiyê pêşangeha alavên keleporî

Bi armanca vejandin û parastina kelepora kurdî, Komîteya Çand û Hunerê ya bajarokê Kermê yê navçeya Dirbêspiyê pêşangeha alavên keleporî organîze kirin.

Li Dirbêsiyê pêşangeha alavên keleporî
Li Dirbêsiyê pêşangeha alavên keleporî
Li Dirbêsiyê pêşangeha alavên keleporî
Li Dirbêsiyê pêşangeha alavên keleporî
Li Dirbêsiyê pêşangeha alavên keleporî
Li Dirbêsiyê pêşangeha alavên keleporî
Li Dirbêsiyê pêşangeha alavên keleporî
Li Dirbêsiyê pêşangeha alavên keleporî
Li Dirbêsiyê pêşangeha alavên keleporî
15 îlon, 2019   12:27
HESEKÊ

Di çarçoveya hewldanên parastin û vejandina mîras û çanda kurdî de, Komîteya Çand û Hunerê ya bajarokê Kermê ya navçeya Dirbêsiyê pêşangeheke alavên keleporî yên kevn li dar xist. Di pêşangehê de alavên wekî destar, bivir, sifir û teşî hene.

Di vekirina pêşangehê de bi dehan şêniyên bajarokê Til Kermê, şêniyên navçeya Dirbêsiyê û kesên ku çand û bi kultura kurdî re eleqedar in, amade bûn.

Endama rêveberiya Komîteya Çand û Hunerê ya Meclisa Dirbêsiyê Emel Hemo axivî û got parçeyên keleporî yên di pêşangehê de dîroka pêşiyan nîşan didin, her wiha banga parastina kelepora kurdan kir. Paşê beşdar li hemû pêşangehê geriyan.

Amadekarên pêşangehê, navên alavên kevn û çawaniya bikaranîna wan şîrove kirin. Di dawiya çalakiyê de koma Navenda Çandê ya Dirbêsiyê stran pêşkêş kirin.

ANHA