Hiso: Rûsya ji ber lihevhatina herêma ewle tengav bûye

Ekrem Hiso got daxuyaniyên Rûsyayê yên dawîn ên têkildarî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nîşana tengavbûna Rûsyayê ji ber lihevhatina herêma ewle ye.

Hiso: Rûsya ji ber lihevhatina herêma ewle tengav bûye
14 îlon, 2019   11:43
QAMIŞLO-EKREM BEREKAT

Siyasetmedar Ekrem Hiso diyar kir ku daxuyaniyên wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ên der barê Idlibê de ne rast in û got: “Heyet Tehrîr El-Şam û noqteyên çavdêriyê yên Tirkiyê heta niha li Idlibê hene.”

Hiso got ev daxuyanî wekî derziya texdîrê ji bo “garantorên” Astanayê ye ya ku tê payîn di 16`ê Îlonê de were lidarxistin.

Lavrov beriya niha bi çend rojan gotibû, şerê li Sûriyê bi dawî bûye û îdia kir ku herêmên Bakur û Rojhlatê Sûriyê wekî “deverên aloz” in.

Siyasetmedarê ji Sûriyê Ekrem Hiso anî ziman ku daxuyaniyên dawîn ên Lavrov ên der barê bidawîbûna şer li Sûriyê de, gelek wateyên xwe hene; jê sivikkirina zexta li ser Rûsyayê ji aliyê dewletên garantor ên Astanayê ve, ev yek jî piştî ku rejîmê bi destekdayîna Rûsyayê li Idlibê bi pêş ket û hêza rejîmê di nava raya giştî de xurt kir, pêk hat.

Hiso got daxuyaniyên Lavrov îsbat dike ku Rûsya hebûna komên cîhadî li Idlibê qebûl kiriye û ev daxuyanî ne li gorî hevpeymana di navbera Pûtîn û Erdogan de ku demekê berê li Moskovê çêbûye, li gorî hevpeyamnê divê Idlib ji Heyet Tehrîr El-Şam û komên girêdayî wê were paqijkirin.

Hiso wiha lê zêde kir: “Lê der barê gotinên Lavrov ên têkildarî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ku ew dibêje tiştên li wir dibin, em jê ne razî ne anku ji herêma ewle ne razî ne û armanca bîrxistina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ew e ku rewşê tevlihev bike û raya giştî ya Sûriyê sor bike û opozîsyona Sûriyê ya li Tirkiyê ked bike, ji ber ku Rûsyayê tu rola wê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tune ye û nikare tiştekî bike.”

(kc)

ANHA