Şaredariya Dêrikê zîftkirina kolanan didomîne

Şaredariya Gel a Dêrikê hindek xebatên xizmetguzariyê ku di plansaziya wan a 2019`an de bûn, ên zîftkirina rêyên şaxî, sereke û rêyên di nava sûkê de di pêngava dawî de pêk anîn.

Şaredariya Dêrikê zîftkirina kolanan didomîne
Şaredariya Dêrikê zîftkirina kolanan didomîne
Şaredariya Dêrikê zîftkirina kolanan didomîne
Şaredariya Dêrikê zîftkirina kolanan didomîne
7 îlon, 2019   10:53
QAMIŞLO

Werşeyên fenî yên Şaredariya Gel a Dêrikê beriya demsala zivistanê îro dest bi qîrkirina kolana Mişwar kir. Dirêjahiya kolanê 800 û firehiya wê jî 16 metre ye.

Li gorî rêveberên şaredariyê, şaredarî dê zîftkirin û sererastkirina kolanên herêma Dêrikê û navçeyên wê heta ku plansaziya xwe bi dawî bike, berdewam bike.

(bx)

ANHA