Li bakurê Minbicê teqîneke bi hêz rû da- Hate Nûkirin

Li gundê Ewn Dadaet ê bakurê Minbicê nêzî bendeke kontrolê ya çeteyên "Mertala Firatê" teqîneke mezin pêk hat.

Li bakurê Minbicê teqîneke bi hêz rû da- Hate Nûkirin
2 îlon, 2019   17:43
MINBIC

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên herêmî dane ANHA‘yê teqîneke mezin nêzî bendeke kontrolê ya çeteyên "Mertala Firatê" pêk hat.

Hate gotin ku teqîn saet derdora 20:00‘an bi rêya wesayîteke bombebarkirî rû da.

Çavkaniyan destnîşan kirin ku piştî şerê di navbera çeteyên "Mertala Firatê" û çeteyên "Polîsên Leşkerî" de yên girêdayî dagirkeriya Tirk çêbû.

Malperên girêdayî çeteyan dîmeke belav kirin, di dîmen de piştî teqînê pêtên agir li ser benda kontrolê belav dibe û  çete"Allah Ekber" qîr dikin.

Der barê ziyanan de agahî nehatin bidestxistin.

ANHA